Polîtîk

Çekdarên PYDê ala Kurdistanê dirandin

Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê, bi sedan kes li dijî girtina çalakvanên kurd ji aliyê hêzên PYDê ve meşiyan. Piştî xwepêşandanê alozî di navbera xwepêşander û hêzên PYDê de derket. Hevseroka EGRKê Sînem Mihemed red kir ku ala Kurdistanê hatibe dirandin û rêzê li her alekê digrin. 

Nûnerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê El-partî Seîd Omer ji Rûdawê re ragihand ku di xwepêşandanê de, girtina çalakvanên kurd a ji aliyê çekdarên PYDê ve hat şermezarkirin.

Bi gotina Omer, dema ku xwepêşander vedigeriyan mala xwe û li nêzîk gundê Girbalata yê li rohilatê Dêrikê, çekdarên PYDê ew rawestandin û ala Kurdistanê ya di destê wan de dirandin.

Omer eşkere kir ku çekdarên PYDê her wiha li hin çalakvanan jî xistin û destê yekî ji wan şikandin.

Hevseroka Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ya girêdayî PYDê Sînem Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re red kir ku bûyereke wiha li Girbalat qewimî be.

Sînem Mihemed tekez kir ku ew bawer nake tişekî wiha çêbûyîbe; “Ji ber ew rêz li her aleke kurdî û wêneyên rêberên kudan digirin.”

Ev bûyer di demekê de rû da ku roja şemiyê 74 endamên El-Partî ji aliyên asayişa PYDê ve hatine girtin û piştî 2 rojan ji bilî 2 endaman ên din hemû hatin berdan.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, derheqê girtina endamên El-Partî de ji Nûçe TV re axivî û wiha got: “Ew kesên li Herêma Kurdistanê perwerdeya leşkerî dîtibûn û bi awayekî veşartî derbasî rojava bibûn.”

Back to top button