CivakRojev

Cejna Qurbanê Bila Bibe Cejna Hevkariyê

Gelê Kurd îsal jî, li seranserê Kurdistanê, di bin êrîşên dagîrkeran da, bi dayina qurbanan pêşwaziya Cejna Qurbanê dike. 

Baştirin zarokên gelê me herwekî berê îsal jî bona, ku bersingê êrîşkaran bigrin, bona ku welatê xwe, destkeftiyên xwe yên netewî û sengerê xebata xwe biparêzin, xwe dikine qurban û dibine cangoriyen welat.

Em cejna Qurbanê li malbata şehîdan, zindaniyên siyasî, Pêşmergeyên navsenger bi taybetî, li gelê Kurd bi giştî pîroz dikin.

Hêvîdar in Cejna Qurbanê bibe cejna azadî, aramî û aşayişa Kurdistanê.

Ligel pîroz kirina Cejna Qurbanê li hemu hêz û aliyên welatparêzên Kurdistanê, ji wan dixwazin ku li ser bingeha niştimanî hevdeng, hevhalwest û hevkar bin, daku gele me di welatê azad da bi bextewarî bijî.

19 Tîrmeh 2021

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button