Civak

Cejn û şîn


Dema PKK-ê piştî banga dezgehên sivîl û kongreya civata demokratîk  agirbest ragihand, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di nav gel de hêviyek pêyda bû. Gelek eşker û vekirî, hêdî gelên Kurdistanê şer naxwazin, aramiyê dixwazin ji jiyana rewşa awarte aciz bûne. Vî şerê qirêj bandorek gelek taybet û hesas li ser psîkolojiya xelkê kiriye û ev yek di dayîn û standinên rojane de dixweyê. Di minaqeşêyên hesanî de mirov dikarê bibîne ku çikas xelk li himber hev tund û bi kînin. Yên xwedî ramanên cuda nikarin di warek normal de gengeşa pirsan bikin, heta gihatiye radeyekî ku mirov bi çavên xiyanêtê li hev dinêrin. Ev hemi encama bandore şerê qirê je li ser civakê.

Dema dengê çekan nayê, dema çek disekinin taybetî dema agirbestek tê ragihandin hêviyek milet re peyda dibe, xelk çêtir dikarin behsa pêşeroja xwe bikin û ji hemiyê girîngtir hêdî çavê kesekî naminê li rêya xebera kuştinê zarokên wan.

Dema ji aliyê PKK-ê ve agirbest hatî ragihandin pişgiriyek gelek mezin ji bo vê helwesta agirbestê hate ragihandin. Lê mixabin dezgehên tarî, Ergenekon, Jitem û kesên ku nanên xwe li ser rijandina xwînê dixwin ketin di nav panîkê de. Dest plan û leyiztikan kirin ku çewe vê agirbestê vale derxin û cardin hêviyên xelkê bişkînin. Leşkeran operasyonên xwe nesekinandin, li hinek deveran berfirehtir kirin. Cardin peyamên ergenekonî dan“ emê rayê terorê hişk bikin“ .

Bûyerek du yên kiçik çêbûn, piraniya xelkê cardin ketin di nav tirsekî de ku dê ev agirbets têk herê. Leşkeran li herêma Çolemêrgê operasyonek mezin kirin û êrîş birin li ser çekdarên PKK-ê. Di encam de 9 çekdarên PKK-ê jiyana ji dest dan. Vê xeberê dilê xelkê çilmisand û cardin tirsek mezin peyda bû. Ji bo protestokirina vê bûyerê li hinek deveran xwepêşandan çêbûn. Polisa êrîşê xelkê kir.Rewş cardin tevlîhev bû.

Kurt û kurmancî cejna remezanê li xelkê kirin jehr. Heta ev dezgehên tarî neyîn pakij kirin, heta hukumet bi temamî nikaribe kontrolê li ser leşkeran deynê, dê hemî prosesên erênî bêne sabote kirin. Li Tirkiye leşkerek dikarê bi kiryarekî pêvajoyek erênî xira bike, dozerek yan dadwerek dikarê bi biryarekî ne hukukî hêviyên xelkê têk bide. Hukumet hukumet bê, divê bikaribe bandora xwe li ser van dezgehên statukuparêz bide xuyakirin. Dema ev nebê dê xelk baweriyê li gotinên hukumetê gelekî neynin.

Kurdan gelek rojên zehmet bûrandine. Kurd xweşiya şahî û tehliya şînê baş dizanin. Di vê cejnê de cardin şîn û şahî bi hev re tê jiyandin. Bila cejna  we pîroz be, bila her roj ji bo miletê kurd cejn be.

10.09.2010

Rojevakurd/Analîz

Dara Bîlek

Back to top button