Polîtîk

Dezgehên sivîl piştgirî dan daxuyaniya Demirtaş

Hin saziyên sivîl yên Kurdistanî, piştgirî dan axaftina hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş, ku li ser referandûmê gotibû, “Bila kes netirse, biçe ser sindoqê. Dê bêje ‘erê’ an ‘na’, bila bi xwe biryar bide” Hin serokên rêxistinên sivîl yên Kurdistanî dan zanîn, ”Ne raste ku tu kes îpotekê dane ser îradeya azad ya gel”

Serokê Odeya Bazirganî û Pişeyî ya Amedê, Galip Ensarioğlu weha axifî: “Tişta ku divê partiyên me yên siyasî bikin ewe ku, helwest û ramanên xwe pêşkêşî gel bikin. Çima dibêjin, erê, na, an jî boykot; divê vê yeke bi gel bidin fêmkirin. BDP’ê gel tehdit nekir, jixwe nikarî bike. Divê partiyên siyasî tiştên wisa jî nekin.”

Serokê Borsaya Bazirganî ya Amedê Fahrettin Akyıl jî diyar kir ku, divê gel bi îradeyeke azad bikaribe dengê xwe bikarbîne û weha didomîne:”Bila însanan rihet berdin. Em di wê baweriyê de ne ku, divê herkes bikaribe mafê xwe yê demokratik bikarbîne. Xelk, naxwaze tu kes li ser navê wê biryaran bide. Hevserokê BDP’ê Selahattin Demirtaş di daxuyaniyên xwe de ne dilsoz e. Ev bi rojane bang li milet dike, da ku referandûmê boykot bikin. Divê gel guh nede gefên BDP’ê.”

Serokê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê Mehmet Kaya jî got ku, ”şerteke herî girîng a demokrasiyê dengdayîna gel e. Di demokrasiyan de gel bi rêya dengdayînê dikare hesab bipirse. Lê heger hin kes bi zorê bêjin, ‘biçin ser sindoqê an jî neçin’; wê demê divê li ser vê yeke bê sekinandin”

Serokê Komeleya Karmendên Pişesaziya Organîze ya Amedê Aziz Özkılıç jî helwesta xwe bi van gotinan zelal dike: ”Divê di referandûmê de gel destê xwe dane ser wijdana xwe, biçe ser sindoqê û bi îradeyeke azad dengê xwe bikarbîne. Fersendeke mezin e û divê ji dest nereve”.

Nûçe:Rizgarî Online /Cemil Süphan

 

Back to top button