Çavkaniyên AK Partiyê: Dayîna statûya yasayî ya Öcalan bi yasayî ne mimkûn e.

Ji bo projeya “Tirkiyeye bê teror” gotubêjên çêkirina rêziknameyên qanûnî berdewamin. Di vê derbarê de di nava aliyên siyasî de nakokî hene.
Çavkaniyên AK Partî dibêjin ku rêxistinê ji bo danîna çekan tu gavên berbiçav neavêtiye û hin kom di nava PKKê de li hember pêvajoyê li ber xwe didin. Çavkaniyên AK Partiyê îdia dikin ku, rêxistin hêja çekan berhev dike û çekên xwe wan di depoyan de hiltîne.
Karbidestên partiyê diyar kirin, “Em nikarin qanûnan li ser bingeha îhtîmalan derxin bêyî ku ew çekên xwe deynin.”
AK Partî her wiha bersiv da daxuyaniyên berê yên Partiya DEM ku hin endamên rêxistinê yên ku berê çekên xwe danîne nikarin ji ber nebûna rêziknameyên qanûnî vegerin Tirkiyeyê.
Çavkaniyên AK Partiyê diyar kirin ku qanûnên heyî rê didin vê yekê, û nêrîna “Kesên ku sûc nekirine dikarin li gorî qanûnên heyî vegerin Tirkiyeyê”
Rêveberiya AK Partiyê bi baldarî li pêşniyara ku ji hêla Partiya DEM ve hatî pêşkêş kirin û ji hêla Serokê MHP Devlet Bahçeli ve hatî piştgirî kirin, ji bo dayîna statuya qanûnî ya Abdullah Öcalan jî di nava gumana de ye.
Çavkaniyên partiyê dibêjin ku dayîna statuya taybetî ji bo kesekî ku cezayê hepsa heta hetayê yê girankirî lê hatiye birîn ji hêla qanûnî ve ne mimkûn e.
Di nav AK Partiyê de tê gotin ku li şûna statuya qanûnî, hin çareseriyên demkî dikarin werin nirxandin. Di vê çarçoveyê de, tê pêşniyar kirin ku kanalên ragihandinê yên Öcalan li Îmraliyê werin berfireh kirin, da ku ew rasterasttir bi Qendîlê re têkilî dayne û bi beşên cûda yên civakê re hevdîtin bike. Çavkaniyên AK Partiyê bawer dikin ku berfirehkirina kanalên ragihandinê dikare zextê li ser rêxistinê zêde bike.


