Çavên xwe vekin Kurdistanê ji dest nedin
Pêwiste ji gotin û daxûyaniyên têr lê bê wate , kurd xwe dûr bêxin û rastiya xwe bibînin. Divê kurd rastiya rojavayê Kurdistanê jî bibînin rûdanên pêktêne baş û hûrgulî şirove bikin. Rojavayê Kurdistanê îro cardin hatiye dagirkirin, lê hêja ev rastî nayê dîtin.
Raste Tirkiye li gel grubên çekdar êrîşê bakurê Suriye û rojavayê Kurdistanê kir. Lê Amerika rê da Tirkiye û Rusya pişgiriya Tirkiye kir. Armanca Rusya sereke ewe ku hemû deverên li rojavayê Kurdistanê û Suriye cardin bêxe di bin desthilatdariya rejima Suriye de. Rusya bi vê armancê tevdigere pêwendiya datîne û digihê encama.
Rojavayê Kurdistanê Efrine, Kobanêye û ji Serêkaniyê heta devera Dirêkê ye. Piraniya axa Kurdistanê li rojava wek werîsekî li ser devera sinor e. Ji bo vê yekê dixweyê erdnîgariyek gelek hesas de ye. Efrin di bin desthilatdariya Tirkiye û grubên çekdar dene, PKKê Til Rifat û Minbic radestî hêzên rejimê û Rusya hate kir. Herweha li Kobanê jî hêzên rejimê yan jî Rus cih bûn. Ev tê wateya ku li van deveran tu desthilatdariya PKK/PYDê nemaye.
Serê Kaniyê kete di bin kontrola Tirkiye û hêzên çekdar de , Amudê, Dirbêsiyê, Qamîşlo, heta Dêrikê xeta sinor dimîne.
HSD ji kûrahiya 32 kilometreyî çekdarên xwe ji xeta sinor dûr têxe. Çi dimîne? gelo ji sinorê bakurê Kurdistanê û rojava 32 kilometre kûrahî digihê kû derê. Gelek devera rojavayê Kurdistanê 32 kilometreyî ne kûre. Gelek deveran 32 kilometre digihe nav Ereban. Li hinek cihan de digihê sinorê başûrê Kurdistanê.
Wek din 10 kilometre xeta sinor de ji bilî Qamişlo hêzên Tirkiye û Rusya bi awayekî kontrol dikin çavderiyek leşkerî li herêmê dikin.
Dema mirov nexşeya rojavayê Kurdistanê ber bi şav digire divê HSD ji hemû Kurdistanê dûr bikeve. 32 kilometre tê wateya ku çekdarên HSDê li rojavayê Kurdistanê neminin yan jî li hinek deverên berê wê teng bikaribin xwe biparêzin. Belkî li aliyê Raqa û DirêZorê li gel hêzên Amerikî li deverê cih bibin. Ev dibe babetek din.
Ji xwe tu cara dezgehên dewleta Suriye ji rojavayê Kurdistanê venekişîyabûn, her demî wan bi awayekî kontrol dikira, PKKê wek wekilê wan li Kurdistanê tev digeriya.Piraniya hêzên asayîşê ji Ereban pêkdihat. Rojekî Ala Kurdistanê li rojava bilind nebûye, ew çi Kurdistanê ku Ala wî welatî lê qedexebe? Ew çi Kurdistane ji bilî PKKê û aligirên wê kesek nikaribe tevbigere. Ew çi Kurdistan bû ku navê wê lê neyê kirin. Kurdistana Suriye, yan jî Kurdistana Rojava tenê bibû Rojava. Tu kesekî nedizanî Rojavayê kûderêye.
Kurd divê rastiya xwe bibînin. Bi hissî siyaset nayê kirin, siyaseta hisî dikare bibe sedemek ku li deverên din destkeftiyên Kurdistanê têkherin. Ev babetek gelek zîz e û herî girînge. Siyaset bi şîarên rojane ku mirov tenê xwe tetmîn bike nayê kirin.
Di bingehê xwe de tu cara Kurdistana Rojava azad nebûbû. Ev rastî divê bê dîtin. Eger li gora siyaseta li ser erdê , li gora rastiya berjewendiyên netewî em bûyerên ku bûyîn şirove bikin, dê behtir rastiya xwe bibînin.
Çewe ku rejima Esad rojavayê Kurdistanê radestî PKKê kirî, îro jî bi rêyek din PKK heman deverê radestî rejimê dike.
Xalek din heye ku mirov nikare behsê neke. Îro destkeftiya herî berbiçav ya Kurda li hemû cîhanê Kurdistana Başûr e. Divê her kurdek ji bo pêşeroja Kurda, ji bo Kurdistanek serbixwe ji bo jiyana neteweyê Kurd ,vê deverê wek bîboka çavê xwe biparêze. Nabe bi tu awayî Kurd, hêzên siyasî yên Kurdistanî û taybetî desthilatdariya Kurdistanê vê destkeftiyê bikin qurbaniya siyasetên rojane û hissî li deverên din.
Bê guman pêwiste desthilatdariya Kurdistana Başûr wek ku heta niha kirî, cardin berjewendiyên hemû Kurdistaniya biparêze, ji ber ku ew nawenda tevgera Kurdistanê ne. Lê bi siyasetek rasteqênî divê ev yek bê kirin.
Hewldanek heye ku başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên dagirker û hinek hêzên li dijê berjewendiyên netewî tê dorpêşkirin. Ev dorpêş dixwaze armanca serxwebûna Kurdistnê têk bibe. Armanca sereke dorpêşkirin û ji navbiraina başûrê Kurdistanê ye. Bi siyasetek korane mirov vê yekê nabîne. Pêwiste em vêca çavên xwe vekin.
26.10.2019
Nûçe/Analîz