Nivîsar

Carek din xwîna kurdan bi destê kurdan narije'

Taha Berwarî wekî kesekî siyasî û şareza di siyaseta resmî ya Kurdistanê de û agahdarê bûyerên navçeyê, van dawiyan raya xwe di derbarê bûyerên di navbera Tirkiyê û Kurdistanê de radixe ber çav û ev yek tekîd dike ku êdî xwîna kurdan bi destê kurdan narije û hewlên Nêçîrvan Barzanî ji bo bicihkirina aştiyê li navçeyê gelek bi berz dinirxîne, hişyariya metirsiyên tên çaverêkirin dide.

Berwarî di warê dijîtiya sinorên navbera Kurdistanê û Tirkiyê û bûyerên di navbera hêzên Tirkiyê û PKKyê de dibêje: “bûyerên van dawiyan bi taybetî ew beryekketina di navbera artêşa Tirkiyê û hêzên PKKyê de rû dan û ew karên di asta resmî ya Iraqê de derketine ortê, dibê xwendineke zêdetir jê re bê kirin û wan sinyalan bibîne ku metirsiya wan li ser HerêmaKurdistanê tê de tên dîtin û peywendî di navbera astengan û zêdetirbûna metirsiyan jî bixwînin, wekî vekêşîna hêzên Emerikayê ji Iraqê di dawiya vê salê de, ajandaya klasîkî ya welatên derûdor çalaktir dike, fişara li ser kurdan zêdetir dike û ev yek jî heye ku hewlên ciddî yên jarkirina firehaliyên kurd wekî alîkariyeke girîng li navçeyê tê dayîn”.

Berwarî wekî kesekî şaresa di siyaseta resmî ya Kurdistanê de axaftina xwe didomîne û dibêje, li derveyî her berpirsiyarekî resmî, ku niha tu berpirsiyarîyek wî tune, analîza serdana bi lez a Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê dike û vê yekê ronî dike: “serdana bi lez a rêzdar Nêçîrvan Barazanî wekî nûnerê taybetî yê cenabê serokê Herêma Kurdistanê li Tirkiyê, armanca wê ya serekî ew bû ku avê bike li ser wî agirî ku dikare li navçeyê belav be û ew prosesa aştî ku têbîniyên me hemû yan li ser hebûn û çaverêya aştiyeke dûr û dirêj lê dihat kirin li Tirkiyê bi bar bibe. Li çarçoveya vê prosesa han jî ne di qazanca kurdan û ne di qazanca tirkan de ye û bi egera ji navçûna vê prosesa aştiyane di nav Tirkiyê û serîlêdana ji bo çareseriya leşkerî û tund û tûjî, bêguma Herêma Kurdistanê jî li ber peşkên wî agirî dikeve û ziyanek mezin lê dkeve. Ji ber vê bi layê Herêma Kurdistanê û siyaseta Kurdistanê ve girîng e, ji ber vê lazim e kar ji bo li ser gavên durustkirina mutmaniyê ne xerakirina wê pira hatiye durustkirin bên avêtin.

Taha Berwarî hemû wan çaverêyan red dike ku behsa serhildana şerê kurd û kurd dikin û pêşbîniya têkelbûna Herêma Kurdistanê bi asteng çareseriya leşkerî di navbera Tirkiye PKKyê de bike û dibêje: “bi awakî bi vekirî xema cenabê serokê Herêma Kurdistanê ya di vî warî de tê xuyakirin ku çendîn car behs kiriye û ragihandiye, êdî xwîna kurdan bi destê kurdan narije û vê peyamê jî bi taybetî di geştên xwe yên li seranserê Kurdistanê de bi çendîn car dubare kirine. Her wiha bi xwendina hewlên rêzdar Nêçîrvan Brzanî jî ku hilgirê eynî xema millî ye û karekî berfireh ê ciddî jê re kiriye, tê digihîje ev çaverê di ciyê xwe de nîn e û hewildan ji bo wijdana weha çaverêvaneke şaş di xizmeta kurd û yekrêziya kurdan de nîn e. Çunkî bi dilniyayî careke din nabe xwîna kurdan bi desê kurdan birije û Kurdistan naçe nav çarçoveya tu rêçareseriyek ku ji çareseriya leşkerî û tund tûjî pêk bên.”

Berwarî, hewlên Nêçîrvan Barzanî yê cihgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, ji bo hewayekî bicihgihandina prosesa aştî û penabirina ji bo çareserkirina pirsa kurd li bakur bi riya aştiyê re, bi hewleka jîrane dinirxîne û dide xuyakirin “ku tesrîhata birêz Malikî ji bo şandina hêzê ser sinoran, sinyaleka din a sentralîstîyên Bexdayê ye ji bo jarkirina pêgeya resmî ya Herêma Kurdistanê. Her ji ber vê jî jîrîyek gelek bi mesulîyet e ku ev kart di destê kurdan bi xwe de be û teklayenî neke destê xeyrê kurdan. Ji ber vê dibê li hember de kurd dîplomasî bike û doreperz be di siyaseta ihsasatî û girîng e em hemû agahdar bin ji wê berpirsiyariya mezin a li ser milê serokatiya siyasî Kurdistanê ye. Girtina li pêşiya xwe ya kanala dîyalogê ku rêzdar kak Nêçîrvan Barzanî gelek ciddî han dide, hilbijartineke lojîk e ji bo rewşeke hestyar. Dibû herkes vê bizanibe ku Herêma Krdistanê bi wemû awayek be, dibê bikeve nav pirsê, ji ber ku hebûna hêzên çekdarên PKK li ser sinorê Herêma Kurdistanê bêyî bixwaze ew radikêşe nav vê pirsê. Ji ber vê hilbijartina riya aştiyê û handana aşti di navbera kurdên bakur û hukumeta Tirkiyê de, ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî kar li ser dike, baştirîn rê ye û pêwîst e hemûyan ve piştivaniya wê bê bikin. Çunkî wekî min da xuyakirin eger Herêma Kurdistanê bi xwe kart negre destê xwe û hewlê çareserkirinan ne de, ev karta han dikeve destê layenê erebên Iraqê, ne dûr e eynî hevpeymanîya borî ya di navbera welatên herêmê yên li dijî kurdan, ku di borî de hebû, netîceyek be. Herêma Kurdistanê ku wekî qewareke siyasî û destûrî mafê wê heye dibê erkê xwe bizane, girîng e di wan erkan de hemû kurdek peyrewî li siyaseteke mesulane bike, karekî bi vî awayî yê kurdan hevpirseke pêçîdeyî dîrokî ku tenê wekî unsurekî emnî lê dihat nêrîn rizgar dike ku xweşbextî di sayeya hebûna siyaseteke durust de Herêma Kurdistanê di vî warî de qonaxeke mezin boriye û girîg e nekeve şaşiyek dîrokî bi wî awayî ku karta xwe bi siyasetek çewt teslîmê dijberên xwe bike. Bi dilniyayî ve kêmkirina ji hewlên ciddî yên Nêçîrvan Barzanî di vî warî de hewlê teslîmkirina wê pirsê bi erebên Iraqê û hukumeta Tirkiyê ye bi rengekî takawane ku ew jî eşkere ye ne di xizmea kurdan û pirsa wan de dibe”.

Di dawiyê de Taha Berwarî geşbîna xwe radigihîne bi encamên hewlên aştîvanî û behsa sebebên geşbîna xwe bi vî awayî dike: “di tesrîhatên resmî yên PKKyê de hest bi hebûna baweriya wan bi prosesa aştiyê tê kirin û sîstema siyaseta Tirkiyê jî ji siyasetên din ên welatên Rojhilata Navîn di gelek waran de cihê ye û siyaseta berendambûna wan ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê jî faktoreke hevkar e ku kanalên karkirinê ji bo gihiştina bi armancan bi rengekî aştîxwazane zêdetir dike, ji ber vê girîng e hemû alî ji bo berdewama bi dîyalog û çareseriyeke siyasî ya aştiyane ya pirsan rêkxweş bibe ku wî wextî hem kurd û hem tirk di karê de dibin.

Di nav hemû hewlên aştîwane de, Berwarî karê ragihandinan ji wê cihê nabîne “ku di van salên dawî de ku di nav partiyên siyasî yên kurd de bilinddest bûye”, erênî dibîne, ji bo wî jî girîng e “ragihandin hevkar bin û hiîs bi hestiyariya vê pirsê bikin û tê bigihîjin ku Herêma Kurdistanê çawan dibe erkê qanûnî li ser milê xwe hilgire û çiqas girîng e Herêma Kurdistanê erkê xwe arasteyê aştevanî de bişkîne û bi ser bikeve bi ser wan hewlan de ku dixwazin Kurdistanê têkelî şer bikin, yan ji ber sebebê karta hebûna PKK li ser sinorên Kurdistanê ji giringî û pêkvetiya wê herêmê kêm bikin, dibê bi hestkirin bi van hemû plan yên li dijî Kurdistanê ji bo gemeya jîrane ya herêmê di wan pirsan de binêrin û hevkarê serxistinê bin, ne hevkarê ji bo hewlên derhênana wê kartê ji destê Herêma Kurdistanê û teslîmkirina tenha bi hukumeta Iraqê, girîng e ragihandin bizanin karê şêkandin hêsan e, lê dilsozî peydakirin û durustkirin mutmaneya bi gavên temenên dirêj in ku erkê li ser milê me hemûyan e û ev hunerkarî dixwaze.” (Kurdistannet)

Jêder: Netkurd

Back to top button