Nivîsar

Çare xeta netewiye

Sala 2015ê 7ê hezîranê û 1ê mijdarê hilbijartinên parlementoya Tirkiye pêkhatin. Di nava herdu hilbijartina de cewaziyek mezin hebû.7ê hezîranê HDP 80 parlementer derxistin. Piştî hilbijartina çalakiyên çekdarî yên PKKê û ji aliyêk din jî operasyonên dewletê destpêkirin. Cardin jiyan li gelê Kurdistanê bû dojgeh.1ê mijdarê HDP zehmetî benda ji % 10 derbas kir û 59 parlementer derxistin.Ev yek delilê ku Kurd li Bakur şer naxwazin. Wek din piraniya kurdan li Bakur di hilbijartina de dengên xwe bi azadî nikarin kar bînin. Kî çi bêje bila bêje dengên HDP li Kurdistanê digre piraniya dengan di bin siha tirsê de tê dayin.Lê mixabin ji aliyê piraniya kesayetên kurd ve, ev yek vekirî nayê gotin.Ji xwe gelek kesên kurd jî tenê ji bo dijitiya AKPê dengê xwe didin HDPê. Ev yek tenê tetminekê kesayetiye û girêdana vê helwestê bîr û baweriya Kurdistanî re tuneye.Îro şerê PKK dike şerê çiye û şerê kiye nayê zanin. Ev şer ne di berjewendiya kurdan de ye û zerera herî mezin didê kurda. Lê mixabin li himber vê yekê aliyên siyasî helwesta pêwîst nadin nîşandan.Di hilbijartinên 1ê mijdarê de HDP, li Kurdistanê gelek deng winda kirin, li hinek deveran ji % 8 heta ji % 20 deng winda kirin. Ev bi xwe dide nîşandan ku hêdî xelk şer naxwaze.Encama hilbijartina da xûyakirin ku, HDP nikare bibe partiyek ya Tirkiye ji ber ku tirk qebûl nakin. Ji aliyê din çikas ku kurd deng didin HDPê jî ,lê ne partiyek Kurdistaniye. yani bi kurtahî HDP bi vê siyasetê berjewendiya kurda naparêze.Piştî hilbijartina ji bo pirsa kurd pêvajoyek nû derket holê. Di vê pêvajoyê de berpirsiyariyek mezin dikeve li ser milê partî û aliyên siyasî ji derveyê HDPê.Li Bakurê Kurdistanê kurd divê berjewendiyên netewî li ser her tiştekirê bigrin û li gora vê yekê jî siyasetê bikin.Pêwiste ku kurd li nirxên Kurdistanê xwedî derkevin û di çalakiyên xwe de vê bidin xûyakirin.Pêwiste vêca aliyên siyasî xwe bidin hev li ser xeta netewî di eniyekî de bicivin û berpirsiyariya xwe binîn cih.Li Bakur çareserî bi hêzkirina xeta niştimaniye.6.11.2015Dara Bilek

Back to top button