Piştî nasandina Enfala Kurdistanê wekî jenosayd ji aliyê Parlemena Swêdê ve, li beramber wê helwesta mirovaneya welatê Swêd, Serokayetiya Bajarvaniya Rewandiz biryar da navê yek ji çar rêyên bajar bikin çar rêya Swêd.
Li vî derbarî de Îsa Memedereş Serokê Bajarvaniya Rewandiz got: Beramber helwesta mirovdostaneya Parlemena Swêd ya ji bo jenosayd nasandina Enfala Kurdistanê, ku bi helwestekî girînge ji bo Kurdistanê, ji bo wê yekê wekî rêzgirtina vê biryarê me wekû bajarvaniya Rewandiz biryar da navê yek ji çar rêyên bajar bikîn Swêd. Her wiha got li rojên pêş de rêwresmeke taybet rêk dixîn ji bo bi nav kirina wê çar rêyê.