Kultur

Çandxane jî bû malê çanda kurdî

  ÇANDXANE JÎ BÛ MALÊ ÇANDA KURDΠEv pirtûka bi navê ÇANDXANE ku ji 650 rûpelî û 286 gotarên cuda pêkhatiye, ji aliyê Zeynelabidin Zinarî ve hatiye nivîsandin û li Stockholmê ji aliyê weşanxaneya Pencînarê ve jî bi mezinatiya 14 x 21 cm. û bi kaxezê 60/gr ê pirtûkan hatiye çapkirin.Bi vê berhemê re,  jimara pirtûkên nivîskarî gehaye 125an.Ev gotarên pirtûkê sal 2016, li rûpela Facebook Zeynelabidin Zinarî hatine weşandin, piştre hatine komkirin û ev cara pêşî ye ku weke pirtûk pêşkêşê xwendevanan dibe.  Her gotarek bi navek û naverokek cuda hatiye nivîsandin û li gor jimara rêzê li pey êkdu hatine bicihkirin.Bi piranî naveroka gotaran li ser Ziman û Çanda Kurdî ne. Herweha ev gotar rê li gelek babetên cihê vedikin ku xwendevan têkevin nava lêkolînên cuda û pêrgê xebata ku divên bibin. Xasma jî wê ji bo xwendekarên Beşên Kurdî yên zanîngehên Bakûrê Kurdistanê jî bibin alîkar.Li dawiya pirtûkê, lîsteya 125 pirtûkên nivîskarî jî cih girtiye.Bi hêviya ku ev pirtûk di warê Çanda Kurdî de bibe alîkar û refên Pirtûkxaneya Kurdistanê jî pê şên bibin. 

cof
PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî(Kurdiska Kulturförlaget)Stockholm – SVERIGEMob: + 46 70 767 55 16Malper: www.pencinar.seE-mail: [email protected]0046 70 7675516ISBN 978 91 87787 08 9

Back to top button