Nivîsar

Çalakiya Mêrsînê û helwesta PKKê û HDPê

Roja 26ê Îlonê li dijî ”Mala Polis”a çalakiyek çêbû û encam de polisek hate kuştin û yek jî birîndar bû. Kesên ku çalakî kirîn jî hatin kuştin. Li ser vê bûyerê gelek gotubêj hatin kirin û ev bûyer ji aliyê hinek siyasetan ve hate şermezar kirin.

HDP di derbarê vê bûyerê de daxûyaniye da û dibêje: ”Erkê me ye ku em vê hesabê kesên ku dixwazin siyaseta demokratîk teng bikin û bêfunksional bikin pûç bikin.”

HDP vekirî dibêje ku, yên ev çalakî kirin dixwazin pêşîya siyaseta legal a HDPê bigrin.

Ji aliyek din ve Selahattin Demirtaş daxûyaniyek da û got: Emê li dijê hemû cureyên şîdetê derkevin.Emê di siyaset a demokratîk de israr bikin.Ez dixwazim hemû aliyek vê yekê baş têbigihin.  

Piştî daxûyaniya HDP û Demirtaş, HPGê di derbarê çalakiya Mêrsînê de daxûyaniyek belav kir. Ev daxûyani di hemû medya PKKê de hate belavkirin. Di daxûyaniyê de çalakiya Mêrsînê gelek bilind dinirxîne û bi awayekî bala HDPê û Demirtaş jî dikişîne.

HPG di daxûyaniya xwe de dibêje: ”Şeva 26’ê Îlonê du hevrêyên me yên fedaî li navçeya Mezîtlî ya li Mersînê li dijî hêzên dijmin çalakiyeke fedaî kirin. Ev çalakî bersivek li dijî zextên li zindanan, komkujiyan û êrîşên bi çekên kîmyewî yên li hemberî gerîla ye.”

Beşek din a daxûyaniyê de HPG dibêje: bila kes ne li bendê be ku milîtanên fedaî yên Apoyî bi rengekî cuda tevbigerin. Yên ku zimandirêjiyê li vê çalakiya bi heybet dikin, beriya her tiştî bila bala xwe bidin ser êrîşên bi çekên kîmyewî yên rejîma qirker faşîst a AKP-MHP’ê yên li dijî hêzên me yên gerîla. Yên ku bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîma faşîst ve şermezar nakin, fedaiyên ku ji bo parastina nirx û gelê Kurd xwe feda dikin bi zimanê dijmin şermezar dikin. Ev nêzîkatî tenê bi tepisandinê dikare bê vegotin. Hevrêyên me yên ku ji bo pêşî li qirkirina gelê Kurd bigirin xwe feda dikin, nirxên me yên herî pîroz in. Yên ku zimandirêjiyê li van nirxan dikin, divê zanibin ku ne gelê me yê welatpaêz ne jî heqîqeta fedaiyên me temsîl nakin.”

Dawiya daxûyaniyê de HPG dide xûyakirin ku, dê êrîşên wan yên bi vî cureyî berdewambin. HPG dibêje: Heta ku êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser zindanan dewam bike, heta ku qirkeriya li ser gelê me û bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla nesekine, çalakiyên me yên bi vî rengî wê dewam bikin.

Niha ya girîng ewe ku ,gelo dê HDP yan jî Demirtaş bersiva vê daxûyaniyê bidin yan dê bê deng bimînin û mirîdiya xwe berdewam bikin. Ew dibêjin em li dijê şîdetêne ,HPG dibêje dê çalakiyên me berdewam bin. Mijara rewşa HDP ê û PKKê mijarek a minaqeşê ye. Ev bûyer dibe miladet ji bo HDP helwesta xwe de berdewam be yan na.

Gerek her aliyek Kurd li bakurê Kurdistanê siyasetê dikin, çewe êrîşek a dezgehên dewletê li himber xelkekî şermezar dikin,divê bikaribin êrîşên PKKê jî yên li himber xelkekî şermezar bikin. Çewe li dijê şîdeta dewletê derdikevin ,gerek cesaret bikin li dijê şîdeta PKKê jî derkevin.

Heta ku siyastek.legal bi medotên demokratik esas negire û rêya diyalogê vekirî nehêle tu cara siyasetek pakij nayê rêvebirin. Heta siyasetek weşartî hebe dê her demî bazarên qirêj li rojevê debin .

30.9.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button