Parlamentoya Erebî êrîşên Îranê li ser herêma Kurdistanê bi trundî şermezar kir.
Parlementoya Erebî daxûyaniyek ragihand û got: “Em wan êrîşan bi tundî şermezar dikin, ku hinek navçeyên li Herêma Kurdistana Iraqê hatine kirin û bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek welatiyan.”
Parlamentoya Erebî dibêje: “Em sersaxiyê li Iraqê dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dikin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de dibêje: “Em bi temamî hevdeng in ligel Komara Iraqê ji bo pêkanîna asayîş û seqamgîrî û parastina serweriya axa wê û em hişyariyê didin li ser encamên wan êrîşên li dijî asayîşa herêmî û seqamgîriya navçeyê bi giştî.”