PolîtîkRojev

Xeyela Rejima Cumhuriyeta Îslamiya Îranê Pûç e

Îro Rejima Îslamiya Îranê li Kurdistana Başur êrîşeka havayi bo ser binkeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê li Koyê, Komela Zahmetkeşanê Kurdistan li Silêymanî û aPrtiya Azadîya Kurdistan li Pirde kir û encama êrîşên hanê bi gor amarê fermî 9 kes şehîd 32 kes jî birîndar bûn.

Armanca Rejima dagirkera Îranê ji wan êrişan pêşi lê girtina xebata gelê Kurdistana Îranê ye, ku di wan rojên dawiyê da bi berxwedanê xwe ve rejimê lerzend. Lê xeyela hanê a Rejima Axundên kevneperest û kurdkujê Îranê pûç e, nikarê pêşiya tekoşana gelê me li Kurdistanê Rojhilat bigre.

Em êrîşên hanê bi tundi mehkum dikin û piştgiriya xwe carekî dinê xebata rizgarixwaziya gelê xwe li Kurdistanê Rojhilatê û rêxistinên wê yên welatperwer dikin.

Em daxwaz ji humu rêxistinên mirovdostên, Yekîtiya Ewropa, Koma Miletan (UN) û Welatên Rojava dikin, ku dengê xwe li siyaseta êrîşkarê Îranê bilind bikin û nehelin, ku dubare bike.

Êrişa hanê her usa binpê kirina serweriya Herêma Kurdistan û Iraqê ye. Em daxwaz ji Hukumeta Herêm û Baxda dikin, ku êrişa hanê bikine mijara UN, derheqa Îranê gilî tomar bikin.

Em serxweşiya xwe pêşkeşê malbat û hevsengerên Şehidan dikin û şifayê lezgini bo birindaran dixwazin.

28ê Îlon 2022

PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan

Back to top button