Berpirsekî hikûmeta Kurdistanê ragehand, hevpeymaniya navdewletî bicîhanîna çaksaziyê li nav Wezareta Pêşmerge de wek şerta alîkarîkirina Pêşmerge daniye pêşiya hikûmetê.
Sekreterê komîteya bilind ya çaksaziyê, Ebdulhekîm Xesrew di konferansa nirxandina pilana çaksaziya hikûmetê de ragehand, çaksazî di hemû sektor û waran de berdewam e.
Ebdulhekîm Xesrew her wiha got, di çarçoveya pilana çaksaziyê de dosyeyên şehîdên şerê DAIŞê derbasî ser Wezareta Darayî hatin kirin û di nav Wezareta Pêşmerge jî çaksazî berdewam e.
Sekreterê komîteya bilind ya çaksaziyê li ser hevgirtina hêzên 70 û 80 yên Pêşmerge de jî got, heta astekî cîbicîkirina çaksaziyê li nav Wezareta Pêşmerge sist e, ev jî girêdayî wê bernameya çaksaziyê ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve ji hêzên Pêşmerge re hatiye danîn. Ji xwe hevpemaniya navdewletî dibêj, eger qanûna çaksaziyê neyê cîbicîkirin ew alîkariya Pêşmerge nakin.
Wî berûpirsê hikûmetê li ser dosyeyên xwedan pêdiviyên taybet jî got, çaksazî di dosyeyên wan de jî tê kirin û heta niha mûçeyê 14 hezar kesan hatiye qutkirin, ji ber ku wan bi rengekî ne qanûnî xwe wek xwedan pêdiviyên taybet tomar kiribûn.
Bi gotina wî berpirsê hikûmetê, heta niha 9 milyar dînar deyên hikûmetê li ser şîrketan jî hatiye wergirtin û ev pirose berdewam e.