
Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan roja 6ê Mijdara 2021ê li Êlihê di merasima vekirina bi hinek projeyan amade bû. Erdogan di vê rewrismê de axavtinek kir.
Erdogan beşek axavtina xwe de behsa hewldanên pirsa kurd û pêvajoya”çareseriyê” kir û got: Welatên Rojava ji bo digotin we şoreşek bê deng kir.Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên sedsalî, bi taybetî jî ji bo serbestkirina axaftin, stran, xwendin û nivîsandina bi kurdî me gav avêtin. Me hemû qanûn û hemû feraset, ji destûra bingehîn bigire heta yasaya, veguherand li ser bingeha maf û edalet. Çawa ku me li seranserê welêt olîgarşiya burokratîk şikand, me wesayeta rêxistina terorê jî bi xwîn û zilmê ya li ser gelê xwe perçe perçe kir. Me 81 parêzgehên welatê xwe hem ji aliyê binesaziyê û hem jî ji aliyê demokrasiyê ve kir wek hev.
Berdewamiya axavtina xwe de Erdogan got:Me welatê xwe û gelê herêmê ji êrîşa çekdarî ya PKKê rizgar kir, hêvîdar im em dê jî ji êrîşa siyasî ya HDPê ya ku xembilê vê rêxistinê ye rizgar bikin.
Erdogan behsa “projeya çareseri”yê jî kir û got:Ew proseya ji dil ku me hemû rîsk li ber çavan girtibûn û me guh nedabû her cûre rexneyan bi hilbijartina çek û xwînrijadniana rêxistina terorî bê encam ma. Me bi pêngaveke dawiyê ku weke proseya çareseriyê di hizra de me ye avêt ku Tirkiyê ji êrîşên terorê rizgar dike. Armanca me ew bû ku em êdî vê mijarê bi heta hetayê ji rojeva welat rakin û bi hev re hemû enerjî û demê xwe bo armancên xwe yên sereke xerc bikin. Berî demekê îtîrafên ku ji aliyê rêxistina terorî hatine kirin, vê rastiyê bi eşkere derdixin holê. Rêvebirên rêxistina terorî bixwe dibêjin di serî de hinek aliyên Ewropî ji derve gelek guvaş li ser wan kirin ku çareseriyê red bikin û cardin dest bi rûbrûbûnan bikin.”