Bulent Arinç der barê Jîna Emînî ya di bin îêkenceya pasdarûn Îranû de jiyana xwe ji dest dayî de daxûyaniyek ragihand.
Arinc dibûje: “Ez êşa malbata Mahsa Emînî û gelê Îranê parve dikim ku li Îranê ji ber muameleya xerab a li Îranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat binçavkirin jiyana xwe ji dest da. .”
Yek ji navên damezrîner ên AK Partiyê, Serokê berê yê parlementoya Tirkiye Bulent Arinç, der barê keça Kurd Jina (Mahsa) Emînî ya ku li Îranê di encama îşkenceya polêsan de jiyana xwe ji dest da û protestoyên piştî wê daxuyanî da. .
Arinç, anî ziman ku ew şirîkatiya êşa malbata Eminî dike û ew çalakiyan ji nêz ve dişopînin.
Arinc got: Ez bûyerên ku piştî mirina Emînî dest pê kirin û xwepêşandanên bi navê Protestoyên Îranê tênkirin, ji nêz ve dişopînim.
Bi çewisandin û bi desteserkirina maşînên dewletê, ne bi rûmeta mirovî û ne jî bi hiqûqê re guhnedana maf û azadiyên kesane ye.
Tu kes ji ber bawerî, nasname û şêwaza jiyana xwe nayê biçûkxistin, darizandin û cezakirin. Divê demildest dest ji feraseta berovajî were berdan.”