
Bi minasebeta salvegera Referanduma Serxwebûna Kurdistanê gelek nivîs têne nivîsandin û gelek siyasetmedar û kesayet di rojnemeyan de û medya civakî de dîtinên xwe û bîreweriyên xwe bi awayekî dibêjin.
Siyasetmedar,nivîskar û çalakvanê Kurd Mistefa Arî Şefik jî bi minasebeta bîranina referandumê de, dide kifşkirin ku ji bo çi ji Referanduma Serxwebûna Kurdistanê re gotiye ERÊ..
Mistefa Arî Dibêje:
Çima ez alîgirê referandûmê me?
Çima ez serbixwe me?
Ji ber vê yekê min dengê xwe da referandumê, ji ber vê yekê jî ez beşdarî vê proseyê bûm, ji ber ku ez bi bawer im ku pirsgirêka Kurd a rewa bêyî serxwebûnê pêk nayê. Pirsgirêka kurd ya rewa, pirsgirêka miletekî bindest e, gelê bindest kole û girêdayî ye, heta ku serbixwe nebin, çareserî nabe.
Yanî berî ku ez bibim alîgirê referandomê, min piştgirî da serxwebûnê û tekane rêya çareserkirina kêşeyên vî gelê mezlûm di serxwebûnê de dît.Referandûm tenê gaveke piçûk e ber bi serxwebûnê ve. Referandûm destpêka pêvajoyeke aloz û dijwar e, girêka zincîreya girêdanên temamker e ji bo bidestxistina serxwebûnê.
Referandum çi dibe bila bibe û encam çi dibe bila bibe, tu carî ji wê yekê dûr naxe ku teşwîqeke girîng e ji bo bihêzkirina daxwaza serxwebûna Kurdistanê. Divê her Kurdek Kurd be, çi bîr û baweriyên wî yên îdeolojîk û olî be.Serxwebûn ji bo me hemûyan pêwîst e, ji ber ku kesê ne serbixwe dibe girêdaye Ger mirov piçekî têgihîştina hebûna mirovî hebe, bêguman dê rêya serxwebûn û ji bo bidestveanîna vê armancê bê dudilî çi ji destê wî bê dê bike. Salvegera referandumê silav li her serbixwexwaz, silav li her kesê ku ji bo serxwebûn û azadiya xwe û netewa xwe têdikoşe.