Buhayê Bilêta Riha-Hewlêr 32 dolar e
Li Tirkiyeyê, bi hewldana Odeya Pîşesazê û Bazirganî ya Rihayê (ŞUTSO), 4ê Cotmehê sefera di navbera paytexta Herêma Kurdistan Hewlêr û Rihayê dest pê dike. Buhayê Hewlêr-Rihayê 49 TL ( 32 USD) ye.
ŞUTSOyê bi Bora Jet re têkilê çêkir û ji 4ê Cotmehê ve dê ji Balafirgeha GAPê dest bi seferên xwe yên bo Hewlêr, Şam, Qibris û Helebê bike.
Cîgirê serokê ŞUTSOyê Cem Göncü, ji nûçegihanê AKnewsê re eşkere kir ku li gorî tarîfeya bihar-havîn û zivistanê ya ji aliyê Bora Jetê ve hatiye plankirin, balafirgeha Rihayê dê geş bibe û bandorê li aboriya deverê bike.
Midûrê Bora Jetê Murat Ulaşmiş derbarê mijarê de weha axivî, “Ji 4ê Cotmehê ve dê xelkê Rihayê bi buhayê otobûsê seferên balafirê bike derveyî welat. Buhayê wê dê 49 TL be.”
Buhayê seferan û rojên wê wiha ne:
Duşem: Qıbrıs çûn (18.30) hatin (22.25), Şam çûn (23.00)
Sêşem: Şam çûn (02.30), Hewlêr çûn (11.00) veger (14.20)
Çarşem: Hewlêr çûn (13.00) veger (14.20)
Pêncşem: Şam çûn (11.30) veger(15.00), Halep çûn (16.00) veger (18.00)
În: Qıbrıs çûn (17.00) veger (21.10)
Şemî: Halep çûn (11.30) veger (13.40)
Yekşem: Hewlêr çûn (11.00) veger (14.20), Kıbrıs çûn (18.30) veger (22.25), Şam çûn (23.00).
Bora Jet her wiha dê ji Rihayê bo Edene, Enqere, Antalya, Bursa û Îzmirê seferên balafiran pêk bîne.