Kultur

Wezîrê xandina bilnd û serokên zanîngehên Tirkiyeyê diçin Hewlêrê

Duhî roja duşemiyê Dilawer Ebdulezîz wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li Aydin Salcen konsolosê konsolxaneya Tirkiyeyê y ali Hewlêrê kir.

Di dîdarekê de wezîrê xandina bilin vekirina konsolxaneya Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê bi pêngaveke giring bi nav kir û hêvî xwast ku vekirina konsolxaneyê bibe hokarê pêşketin û berfirehbûna têkeliyên di hemû waran de bi Tirkiyeyê ra.

Her du aliyan tekîd li ser xurtkirina têkeliyên û hevahengiya di warê zanistî, akademî û zanîngehan de kir.

Wezîrê xandina bilind û lêkolînên zanistî yê hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya konsolosê Tirkiyeyê bi awayekî fermî wezîrê xandina bilind yê Tirkiyeyê û serokê zanîngehên navdarên tirkî vexwandin bo herêma Kurdistanê da ku beşdariyê di konferensa wezareta xandina bilind ya herêma Kurdistanê ku biryare di 14-16 meha çileya pêşîn a îsal de li Hewlêra paytexta herêma Kurdistanê bê saz kirin, bikin.

Back to top button