Britanya wan ji hemwelatiya xwe tavêje
Li Brîtanya misilmanên hemwelatiyên xwe,ku diçin welatên Erebî û tevlî cîhadê dibin ji hemwelatiyê tavêje. Di vê derbarê de wezereta Nevxwe ya Brîtanî heta niha gelek kes ji hemwelatiya xwe dûr kirine.
Li gora nûçeyeka Sky News Kesên ku hemwelatiya ingiltere dest xistine û berê xwe didin welatên din û tevlî rêxistinên radikalên îslamî dibin û şer dikin,wan ji hemwelatî ya dûr têxe.
Herweha di vê derbarê de hukumetê biryarek daye û dibêje : Ji bo ew hemwelatiyên xwe biparêzin her tişta pêwist dikin.
Wek tê zanîn gelek kes taybetî ciwan ji welatên Ewropa diçin tevlî tevgerên Îslamiyên radikal dibin û şer dikin. Gelek kes tevlî DAIŞê bûne.
Niha jî Ewropî dibêjin herkesê ji bo şer herê welatek din û tevlî grubên radikalên îslamî bibe bila hemwelatiyan wan ji wan bête standin û li wan welatan jiyana xwe berdewam bikin.