Polîtîk

Brîtanya pişgiriya hêzên pêşmerge dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li  Balyozê Berîtanyayê kir û di wê hevdîtinê de, behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir bi taybetî cîhbicîh kirina rêkeftina navbera her du aliyan.

Îro li Hewlêrê Serowkezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Berîtanyayê yê li Îraqê Franck Becker û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtinê de heyeta mêwan kêfxweşiya xwe ya bo serdana han diyar kir û behsa peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir bi taybetî cîhbicîh kirina rêkeftina navbera her du aliyan.

Heyeta mêwan herwiha behsa prosesa siyasiya Îraqê kir û balkêşande ser rewşa ewlekarî û şerê dijî terorê û spasî û piştgîriyên hikûmeta Berîtanyayê bo Kurdistan û hêzên pêşmerge diyar kir.

Di beşeke din ya hevdîtina han de Serokwezîrê Kurdistanê jî spasiya serdana heyeta mêwan kir û kêfxweşiya xwe jî ya li hember nêrîn û piştgîriya wan bo hêzên pêşmerge diyar kir û hêvî xwest ku Berîtanya weke hêzeke cîhanî û yek ji endamên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê hevkariyên xwe bo hêzên pêşmerge bidomîne.

 

Back to top button