Cîhan
Brîtanya hevpareka bihêz a Herêma Kurdistanê û Îraqê ye…

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Akademiya Serbazî yaMelîkî ya Sandhurstê li Brîtanyayê kir û daxûyakirn ku; “Brîtanya hevpareka bihêz a Herêma Kurdistanê û Îraqê ye”.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî vîdyoya serdana xwe ya ji bo Akademiya Serbazî ya Melikiyê ya Sandhurstê li Brîtanyayê li ser tora civakî ya Instagramê parve kiriye û li ser nivîsiye, “Brîtanya hevpareka bihêz a Herêma Kurdistanê û Îraqê ye”.
Herwesa nivîsiye, “Di serdana min a ji bo Akademiya Serbazî ya Şahane ya Sandhurstê de, giringiya arîkariyên Brîtanyayê ji bo çaksaziyên Pêşmergeyan hat bira min”.
Ji destpêka şerê DAIŞê were, Brîtanyayê hejmareka şêwirmendên serbazî li Herêma Kurdistanê binecih kiriye, ku meşq û rahênanan bi hêzên Pêşmergeyan dikin.