Cîhan

Brîtanya Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Misirê dixe lîsteya “welatên ewle“

Li Îngilîztanê ji bo penaberên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê nûçeyên nebaş tên nîqaşkirin. Hikûmeta Brîtanya plan dike ku bi projeyasaya nû Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Misirê têxe lîsteya “welatên ewle”. Bi vê pêngavê penaberên ji her sê welatan wê li şûna Ruandayê ber bi welatên wan ve bên şandin.

Çapemeniya Brîtanî ragihand ku hikûmet ji bo rêgirtina li koçberên neyasayî yên Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Misrê li ser planek nû kar dike ku dibe sedema dersînorkirina rasterast a kesên ji van welatan.

Heger ev plan bê cîbicîkirin, koçberên ku bi rêya Kanala Ingilîztanê xwe gihandine xaka Brîtanyayê û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Misirê ne,li şûna Ruandayê wê wan bişînin welatên wan.

Di rêbaza qebûlkirina penaberan a Brîtanyayê de “lîsteya welatên ewledar” heye û Hikûmeta Brîtanyayê hewl dide ku “Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Misirê li vê lîsteyê zêde bike”.

Li gor hikûmeta Brîtanyayê îsal herî kêm 4 hezar koçber ji Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Misrê bi awayekî neyasayî derbasî Brîtanyayê bûne.

Li gor amarên hikûmeta Brîtanya, di 8 mehên îsal de hezar û 774 kes ji Iraq û Herêma Kurdistanê bi awayekî neyasayî derbasî Brîtanyayê bûne.

Back to top button