Polîtîk

Biryarên hukumetê cîbicî dibin

 

Hikûmeta herêma Kurdistanê, îro li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya ûbiryarên xwe yên berê nirxandin.

Di destpêka civînê de, Qubad Talebanî serokê fermangeha hevahengî û şopandinê li serokatiya civata wezîran, raporek li ser helsengandina cîbicîkirina biryar û tewsîyeyên civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê ji destpêka avabûna kabîneya heftema hikûmeta Kurdistanê pêşkeş kir.

Di raporê de hat diyar kirin ku heta nuha 156 biryar ji civata wezîran derketine ku, bi rêjeyeke gelek baş ew biryar û tewsîyeye ji aliyê wezaretên peywendîdar hatine cîbicîkirin û hindek ji wan biryaran jî di bin cîbicîkirinê de ne. Di raporê de çend rexne û têbînî jî derbarê çewanî û rêjeya cibicîkirina biryaran hatibûn berçav kirin.

Piştî ew rapor ji aliyê beşdarên civînê ve bi awayekî berfireh hatî minaqeşekirin, ji bona baştirkirin û aktîvkirina mekanîzma cîbicîkirina biryar û tewsîyeyna, ji aliyê civîna civata wezîran ve hijmareke çend têbînî û dîtin li ser raporê hatin tesbît kirin. Biryar hat dan ku, di dawiya meza hezîranê de civînek taybet bi nirxandina biryarên şeş mehên destpêka îsal, bê saz kirin.

Di civînê de qanûnek hat pesind kirin ku, li gor wê qanûnê hemû tedbîrên qanûnî li hember ew kesên pêşmergatî û ya jî karê rêxistinî di çarçoveya bizava rizgarîxwaza kurdî de ji destpêka şoreşa Îlonê, 11ê îlona 1961ê, heta serhildana adara sala 1991ê bên ragirtin.

Back to top button