Biryara xweseriya demokratik tiştek bê wateye
Parlementerê serbixwe yê Diyarbekirê Şerefettin Elçî jî piştî Altan Tan dijê ilankirina xweseriya demokratîk derket. Elçî bernameyek ya kanala televizyona haberturkê de amade bû. Şerefetin Elçî di bernameyê de derbarê xweseriya demokratî û rojevê de dîtinên xwe gotin. Elçî ev dîtinên xwe rêya bernameya Haberturkê gihandin raya giştî.
Elçî got:
Xebera min ji konseya aşitiyê ku Ocalan pêşniyar kiribû tunebû.
Daxwaza aşitiyê ya BDP-ê hebû ji ber wê jî em nêzikî hevudin bûn.
Li ser pirsgirêka Hatib Dicle me dît ku tevliheviyek çêdibê acizî pirtir dibe, ez çûm Enqere min got xelk wek seetekî bombekiriye û xwest serokwezîr bibînin, lê wî em cidî negirtin helwesta wî em şkandin.
Ocalan xwest aşitî çêbibe, Ocalan hewlda ku şer destpênekê, lê hevdîtinên li gel Ocalan tu encam nedan.
Ez ne endamê kongreya civata demokratikim. Ez nizanim wan çewe biryara xweseriya demokratik girtiye.Baweriya minde ew tişek bê wate ye û ne demê xwede hatiye ragihandin.