Polîtîk

Biryara Referandumê ya Jibo Serxwebûna Kurdistanê Gaveke Dîrokî ye

Partiya Sosyalis a Kurdistanê di derbarê referanduma li Başûrê Kurdistanê çêdibe daxûyaniyek ragihand. Daxûyani:


Biryara Referandumê ya Jibo Serxwebûna Kurdistanê Gaveke Dîrokî yeLijneya Rêvebiriya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di 10.06.2017an de li Diyarbekirê civiya, rewşa sîyasî ya Kurdistanê û herêmê axivî.  Derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de encamnama li jêr ji raya giştî re parvekir.Partî û aktorên siyasî yên Kurdistanê di serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî de civîyan û biryar dan ku referanduma jibo serxwebûna Kurdistanê di 25ê İlona 2017an de were lidarxistin.Em wek PSK, ji biryara referandumê ya ku ji aliyê aktorên siyasî yên Kurdistana Başur ve hatiye dayîn gelek kêfxweş in.Baweriya me ev e ku di referanduma 25ê İlonê de gêlê Kurdistanê wê bi piranî jibo serxwebûnê bêje erê.Li gor birayara ku hatiye dayîn, referandum wê li Kerkûkê û ciyên wek Kerkukê ku ji Kurdistanê hatine veqetandin de jî çêbibe û ev jî serê xwe pir girîng e.Lijneya Rêvebiriya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Partiya me PSK, birayara referandumê ya derbarê serxwebûna Kurdistanê wek gaveke dîrokî dibîne.Gelê Kurd di sedsala borî de rastê neheqî û zulmên mezin hat. Dema Enfalê de bi sed hezaran qurbanî da. Di Helepçeyê da qirkirina sedsala bistan a dawî lê hate kirin. Geleke ku ewqas zilm û qirkirin diye, mafdar e ku doza azadiyê û serxwebûnê bike.Wek tê zanîn dema diktatoriya Seddam hilweşiya û tevî ku destureke nû û sistemek federal çêbû, hêzên şoven û mezhepparêz ku li Bexdayê li ser hikum bûn carek din bi Kurdistanê ra bi dijminî miemele kirin. Hêzên siyasî yên Kurd ji idareya merkezî dûr xistin, ambargoya aborî û siyasi danin li ser Herêma Kurdistanê. Herwiha maddeya 140î ya jibo safîkirina pirsa Kerkukê û wekî din tetbiq nekirin, ser da jî li hember êrîşên hovane yên DAİŞÊ Kurdistanê li serê xwe hêştin.De demeke ku li Irakê idareya merkezî hilweşiya be û destura ku divê bibe çimentoya welat karneke, biryara referandumê ya derbarê pêşeroja Kurdistanê him rewa ye him jî li gor hiquqa navdewletî ye.Di Rojhelata Navîn da Herêma Kurdistanê temînata aştî, aramî û demokrasiye ye.Herêma Kurdistanê ji sala 1992’i û vir ve di qada demokrasiyê û maf û azadiyên bingehîn de gelek pêşketiye. Têvî ku hêj jî hin pirsgirek berdewamin, di bicihkirina sistema fire parti û di temînkirina mafên kêmîneyên etniki û olî da gavên baş hatine avêtin.Li aliyê din Herêma Kurdistanê di vê sê çar salê dawî de di şerê dijê DAİŞÊ da bi hezaran qurbanî da. Peşmergeyê Kurdistanê di şerê têkbirina DAİŞÊ da roleke mezin bicîh anî. Peşmergeyên Kurdistanê di vê şerî da tenê welatê xwe neparastin, di heman demê da jibo parastina şeref û xîreta mirovahiyê jî xwe kirin mertal.Hemû ev tişt nişan didin ku Herêma Kurdistanê wek dûh, di pêşerojê da jî li herêmê wê bibe garantiya aştî û aramiyê.Tiştêke din jî  ku ciyê pesndayinê ye  ev e ku Serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dixwaze pêvajoya referandumê bi riyên aştiyane bimeşine.Di rewşek wisa de ne hewceye ku tu kes ji biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê nerehet  bibe yan jî bitirse. Di serî de dewletên herêmê û du re jî aktorên têkildar divê ji biryara referamduma serxwebûnê re, piştre jî ji îradeya ku wê derkevê ra rêz bigrin.Em wek Partiya Sosyalîst a Kurdistanê diyar dikin ku em bi her awayî li pişt referanduma serxwebûnê ne. Herweha jibo piştgiriya vê biryarê em bangê hemû Kurdên çar perçeyên welatê xwe dikin. Ji alî din din em di serî da bangê Yekitiya Milletan û dezgeyên navdewletî, pey wan jî bangê kesên aştîxwaz, azadîxwaz û demokratan dikin da ku him çavdêrî hem jî piştgiriya pevajoya referanduma serxwebûnê bikin.Partiya Sosyalîst a KurdistanPSK

Back to top button