CivakPolîtîk

Bakur: Serxwebûna Başûr hêviyek e ji me re jî

Piştî ku roja 25 Îlona îsal wek roja birêveçûna referandumê hat diyarkirin, partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê kêfxweiya xwe nîşan didin û piştgiriya bo vê proseyê radighînin, herwiha tekez dikin ku serxwebûna Başûr derfetek e ji bo serxwebûna parçeyên din ên Kurdistanê.Berdevkê Hereketa Azadî li Bakurê Kurdistanê Sedet Doxan ji malpera KDP.info re ragihand: “Em hêvî dikin ku referanduma 25ê Îlonê bibe sedemek ji bo serxwebûna hemû perçeyên Kurdistanê. Niha derfetek çêbûye ji bo ku welatiyên Başûrê Kurdistanê serxwebû bin û bi azadî bijîn, lewma jî pêwîst e hemû Kurdên Başûr bêjin “Erê”, da ku ji hemû gelên cîhanê re piştrast bikin ku xelkê Kurdistanê xwedî mafê jiyan û dewleta serbixwe ne û xwedî îrade ne.”Herwiha Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd-Tirkiye (PDK-T) Mihemed Emîn Kardaş ji malpera KDP.info re ragihand: “Em bi hemû awayekî piştgiriyê li encamdana referanduma Başûrê Kurdistanê dikin, ji ber ku ji mafê Kurdan e jî ku wek hemû gelên cîhanê bi azadî û serbixwe bijîn. Bi baweriya min dê serxwebûna Kurdistanê di berjewendiya Rojhilata Navîn û tevahiya gelê navçeyê de be. Ji bo aştî û ewlehiyê pêwîst e êdî Kurd serbixwe bin û em daxwaz ji hemû xelkê Kurdistanê dikin ku piştgiriya referanduma Başûrê Kurdistanê bikin.”Serokê Partiya Azadî û Soşyalîzim a Bakurê Kurdistanê (OSP) Sînan Çîftyorek jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurdistan welat e û Kurd jî netewe ne, lewma jî wek hemû neteweyên cîhanê ji mafê gelê Kurd e ku bibe xwedî dewleta xwe. Em serxwebûna Başûrê Kurdistanê wek pêngaveke dîrokî dibînin û em piştgiriyê lê dikin, ku bêguman ev yek derfetek e ji bo ku perçeyên din ên Kurdistanê jî bighên serxwebûna xwe. Lewma jî ev serxwebûna Başûr hêviyek e me re jî.”Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Partiya Soşyalist a Kurdistanê Bayram Bozyel ji malpera KDP.info re got: “Diyarkirina roja referanduma Başûr bo her kurdekî cihê şanaziyê ye û derfetek e ji bo ku perçeyên din ên Kurdistanê bighên serxwebûna xwe, lewma jî em bi hemû awayekî piştgiriyê lê dikin.”Parlemanterê HDPê Adem Geverî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em wek beşek ji Kurdistanê piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê bo serxwebûnê dikin, da ku gelê me bighê mafê xwe yê rewa. Hêvîdar im serxwebûna Kurdistanê bibe derfetek ji bo serxwebûna perçeyên din ên Kurdistanê jî.” 

Back to top button