Biro: Avakirina herêma tampon diktatoriya PYD pûç dike
Serokê Enumena Niştimaniya Kurd li Suriyê (ENKS) di daxuyaniyeke xwe de eşkere dike ku li Suriyê çend herêmên tampon tên avakirin û yek ji wan deverên tampon li rojavayê Kurdistanê dibe.Îbrahîm Biro serokê ENKS dibêje li gor zaniyarî û pêşbînyan, Amerîka û welatên têkeldar bi dosyeya Syriyê lêdixebitin hindek herêmên tampon/aram li Suriyê ava bikin ku rojavayê Kurdistanê jî yek ji wan herêmên aram dibe.Li gor daxuyaniya Îbrahîm Biro ku malpera kdp.info weşandiye, hêşta hûrgiliyên avakirina herêmên tampon ne zelal e, lê eger ew herêm bên çêkirin dê ji aliyê Amerîka û aliyên din bên parastin û hîngê arteşa Beşar Esed nikare êrîşî wan deveran bike yan jî bi firokeyên şerî bombebaran bike.Biro dibêje ku ew dixwazin ji bo avakirina herêmên aram biryareke navdewletî derkeve, çunkî gelek hêzên ne şeriî li Suriyê hene û bizorê xwe ferizkirine, ji hêzên Beşar Esed heta digeke hêzên kurdî û DAÎŞê jî. Eger herêma tampon ji bo kurdan jî hebe ti aliyek nikare xwe feriz bike û êdî diktatoriya PYDê jî kes qebûl nake. Li gor serokê ENKSê, PYD bê dost û hevlabend dimîne, Rusiya hêdê-hêdî pişta wê berdide û weke berê alîkariya wê nake, Tirkiye jî şert jê re danane û paşeroja PYDê bê dost dimîne û bi tu awayî hêzeke diktator li Rojavayê Kurdistanê nikare xwe bikaranîna hêzê xwe feriz bike.