Polîtîk

Birêz Turk derbasî be

Doh li bajarê Behra Reş li Samsunê, kesekî êrîşek bir ser Ahmet Turk. Rûyê Ahmet Turk birîndar kir. Ev erîş ne êrîşek ferdiye. Ev erîşa beşek ji dewleta kûr ya ji teref hêzên tarî hatî organîze kirîye. Dema mirov baş berê xwe bidêyê sedemên vê êrîşê jî gelek vekirî dixweyê. Erîş ji teref kesên ku dixwazin statukoya li Tirkiye biparêzin hatiye kirin. Kemalîstên Ergenekonê li pişta vê êrîşêne. Ferqa vê erîşê û kuştina Hirand Dink tuneye.

Niha ji erîşê jî girîngtir divê armanca van hêzên tarî baş bête zanîn û herkesek di gotin û kiryarên xwe de divê armanca vê êrîşê vale derêxe. Ji xwe birêz Turk  daxuyaniya ku piştî êrîşê dayî bi awayekî armanca vê bûyera qirêj vale derêxist. Herweha telefonkirina serokwezîrê Tirkiye ji bo Turk û xemginiya xwe dayî kifşkirin gavek gelek erênî bû, ew jî wek daxuyaniya Turk dixwest armanca vê êrîşê valê derêxe. Herweha daxûyaniya cîgirê serokwezîr Bulent Arinc û rayadarên din di derbarê vê bûyerê de gavên erênîbûn.

Bê goman mirov dikare gelek tiştan rexne bike, lê ya herî girîng di vê qonaxa gelek zîz de nirxandina bûyeran jî bi awayek erênî gelek girînge. Ji berî her tiştekî êrîşa li ser Turk, êrîşeke li ser kurdan, li ser hêzên demokrasî xwaz û li ser wan kesên ku hewldana guhertinan li Tirkiye dikine. Ev êrîş wek guleyeke ji bo aşitiyê. Mademkî armanca erîşê eve. Divê herkesek ji aliyê xwe de hewl bide ku armanca van hêzên tarî, armanca Ergenekonê, Jitemê û statukoparêzan valê derêxe.

Niha paketa guhertina destûra bingehîn, di parlementoyê de li komisyona destûrê tê minaqeşekirin û dixweyê di vê heftiyê de ji komisyonê xilas dibe û dikeve rojeva Parlementoyê de. Ji nihave tirsek mezin ketiye di nav statukuparêzan de, kemalist hewlên xwe yên dawî dikin, dezgehên tarî li Samsunê êrîşê Turkdikin, CHP di nav leyiztikên mezin de ye. Piralî leyiztik tên kirin ji bo ev guhertin çinebe. Belkî ev guhertin li gel xwe taybetî ji bo kurdan tiştekî nayne ,lê ji bo demokratîzekirina Tirkiye, ji bo derzên dîwarê kemalîzme zêde bike gelekî giringe. Bi van guhertina, kelha statukuparêzan ya herî xort dezgehên bilind yên dadweriyê diherifin.

Dema mirov vê prosesa ku Tirkiye têrê derbas dibe baş dinirxîne, her gava ku tê avêtin, her bûyera ku çêdibe divê gelek bi hesasî bête nirxandin. BDT jî divê di vê bûyerê de çerçoveya daxûyaniya Ahmet Turk de hereket bike. Eger di vê bûyerê de cardin hinek nirxandinên ne realist bêne kirin, cardin armanc bibe hukumet û Ak-Partî, ev bûyer wek ku Ak-Partiyê kirî bête nirxandin dê çewt be. Divê kêmasî di vê qonaxa zîz de dijê kemalîstan û statukoparêzan eniyek bête avakirin. Dê ev yek bibe sedemek ku tevgera kurd çêtir pêşiya xwe bibine.

Hêvî dikin daxûyaniya Turk bibe çerçova nirxandina BDP-ê. Heviya tenduristiyek baş ji bo Turk dikin.

13.4.2010
Dara Bilek

Back to top button