Amerîka dikare êrîşê Îranê bike

Li gora nûçeyekê ji radyoya Fransa, wezîrê bergirîyê yê Amerîka Robert Gates ragihandîye, ku li hember Îranê û Kurîya Bakûr sedema karanîna hemû rêyan heye û herweha sedema öräëk atomä jä li dijö van herdu welatan heye. Ji ber ku ev herdu welat jî, peymana belevbûna çekên atomî binpê dikin. Herwesa wezîra derveya Amerîka Hillarî Clinton jî bi şêweyekî din ev gotina han dûbare kirîye û ragihandîye, ku dê Amerîka li hember êrîşên van welatên ku ne xwedanê çekên atomî ne û peymana pêşîgirtinê ji belavbûna çekên atomî binpê nakin, çekên atomî bi kar nayne, lê dê Amerîka ji bo xwe bazneyekî kar bihêle. Wezîrê derveya Amerîka da xuyakirin, ku heger Amerîka bizanibe ku, dê ji alîyê welatekî din ve rastî êrîşên bayolojî bêt, dê wê demê Amerîka ji bo bersivdana welatê êrîşkar hemû rêyan bi kar bine.
Clinton di heman demî de got, ku xweragirtina Amerîka bi mifa bûye, ji ber ku piştî 15 heyvan ji derbasbûna pîkolên Amerîka welatên cîhanê giheştine vê encamê, ku Îranê dergehên goft û goyan daxistîye û gerek li hember Îranê hilwestekî bi hêz hebe. Hefteya derbasbûyî jî, serokê Amerîka Barak Obama di bareya sîyaseta nû ya atomîya Amerîka de ragihandibû, ku dê Amerîka girêdayî peymana pêşîgirtinê ji belavbûna çekên atomî bibe û tu carî li dijî ti welatekî ku ne xwedanê çekên atomî be çekên atomî bi kar nayne, lê Obama dabû xuyakirin, ku Îranê û Kurîya Bakûr di derveyî evê yekê ne.