Polîtîk

Ji CHAK û KSAF ê Semînera Jenosîda Enfalê li Stockholmê

 

Dezgeha Mafê Mirovan ya li dijî Jendosîdê Kurdocide Watch-CHAK û Yekîtiya Xwendevan û Akademisyenên Kurd li Stockholmê semînerekî li ser Jenosîda Enfalê, li Zanîngeha Stockholmê didin.

 

Li gorî agehdariya hatiye belavkirin, di bin navê ”Piştî Jenosîdekî” dê destpêka jenosîdê û encama wê bibe cihê niqaşê.

 

Semîner di 14 ê nîsanê, li Universita Stockholmê, William Ohlsson-salen (Geohuset, T-bana Universitetet), saet 18.oo an dest pê dike û dê hetanî saet 20.oo an bidome.

 

Programa semînerê wisa ye:

 

– Nûnerê CHAK-Huner & Çand ê, Şanoger Kemal Gorgu, monologek taybetî li ser Enfalê dide

– Hevpeyvîna Cîgirê Serokê Navenda CHAK ê Gabar Çiyan bi Nivîskar Bûbê Eser re li ser Enfalê

– Niqaşa li ser jenosîda Enfalê û encamên wê, di rêvebiriya debator Shilan Saidi, bi beşdarbûna Prof. David Gaunt dîrokzanayê tevkûjiyê, Ove Bring hiquqnas pêk tê.
– Nîşandana wêneyên taybetî ji dema jenosîdê li ser perdeya spî…

 

Semîner ji raya giştî re vekirî ye.

 

EuroKurd News – kurdocidewatch.net

 

Back to top button