CivakRojev

Bîrdariya şehîdên Suryanî tê çêkirin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li cihê komkujiya mesîhiyan a 89 sal berê li navçeya Sêmilê ya parêzgeha Dihokê, bîrdariyê ava dike.

Di 7ê Tebaxa 1933an de artêşa Iraqê li navçeya Sêmilê ya parêzgeha Dihokê hejmareke zêde ya mesîhiyan qetil kirin.

Parlamentera berê ya Xiristiyan Wehîde Aqu ji malpera fermî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) re gotiye ku, bûyerek bi vî awayî di dîroka Herêma Kurdistanê de nehatiye dîtin hemê nişteciyên Aşûrî yên mesîhî qetil kirin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter bi minasebeta 89 saliya karesata Sêmilê got, em karesata Sêmilê şermezar dikin û rêzê li şehîdên mesîhiyan digirin, plana hikûmeta xwecihî ya Duhokê ew e ku sala bê ew bîrdariyê temam bike.

Back to top button