Polîtîk

Bîranîna şêhîdên Kurdên Feylî

Roja 07.04.2013an, Yekîtiya Demokrat a Kurdên Feylî û Tora Jinên Kurdên Feylî, li Stockholmê paytexta Swêd ji bo rêzgirtin û bibîranîna şehîdên kurdên Feylî, Roja Şehîdên Kurdên Feylî amadekirin.

Digel jimareke zêde kurdên Feylî, sefîrê Îraqa Federal, yekîtiya partiyên siyasî yên îraqî, Hevkariya Hêzên siyasî yên Kurd û Kurdistanî, federasyona Komeleyên Kurdistanê û kurdên ji herçar beşên kurdistanê beşdar bûn.

Şefîk Kaya, berpirsê Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî gotarek pêşkêş kir.

Ji bo roja şehîdên kurdên Feylî

Rêzdar Yekîtiya Demokrat a Kurdên Feîlî  (FKDU),

Rêzdar Tora Jinên Kurdên Feîlî (FKK),

Amadebûyên hêja,

Bi silav  û rêz…

Hezar silav li giyanê şehîdên kurdên feylî!
Hezar silav li giyanê şehîdên azadiya kurd û Kurdistan!

Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, di vê roja bi wate de, şehîdên kurdên feylî û hemû şehîdên azadiya kurd û Kurdistanê bi rêz û rûmetem bibîr tînin. Bila giyanê şehîdên kurdên feyîlî û yê hemû şehîdên azadiyê şad, cîhê wan behişt be.

Komîteya Hevkarî, ji bo amadekirina vê roja şehîdên kurdên feyîlî, ji Yekîtiya Demokrat a Kurdên Feîlî  re û ji Tora Jinên Kurdên Feîlî re spas dike. Em amadekirina vê roja şehîdan, bibîranîn û rêzgirtina şehîdan wek erkekî wefadarî û kurdayetî dibînin.

Kurdên feylî di serdema rejîma diktator de, bi taybet ji sala 1980î û pêve bi şêweyek gelemperî û hovane ketin ber pêla zilm û zordariya rejîma dîktator û faşîst. Rejîma dirinde kuştin, wendakrin û koçeberkirina kurdên feyîlî ji cîh û warên wan, di çarçoveya pilanekê de bicîh anî.

Bi hezaran gencên kurdên feylî grûb grûb hatin kuştin û wendakirin, mal û xaniyên wan hat wêrankirin, dewlemendiya wan ji aliyê nîjadperestan ve hat talankirin.

Bêguman, li gor pîvanên hiqûqa navnetewî ev karesata ku ji aliyê rejîma nîjadperest ve hatibû plankirin û pêkanîn, cenosayda kurdên feyîlî ye.

Di pey karesata kurdên feyîlî re Enfalê destpê kir. Di heşt kampaniyên Enfalê sala 1988an de 182 hezar kurd hatin şehîdkirin, 4500 gund kurdan hatin wêrankirin. Tenha di komkujiya Helebçeyê de, ji 5000 pirtir zarok, jin û kalûpîr bi xazên kîyewî hatin şehîdkirin.

Kurdên feyîlî ji destpêka şoreşa Başûrê Kurdistanê ve heta roxandina rejîma Baasa diktator, bi hemû îmkanên xwe ve, madî manevî, piştevaniya şoreşa Kurdistanê kirine. Hejmareke bilind ji kurdên feylî di hemû deman de, di şoreşê de cîh girtine û ji bo mafê çarenûsa miletê kurd qurbanî û şehîd dane.

Niha jî, hejmareke bilind siyasetmedar, rewşenbîr bi giştî xuşk û birayên me kurdên feyîlî ji bo parastina destkeftiyên netewî bi serbilindî vê erka xwe ya kurdperweriyê bicîh tînin.

Rêzdaran,
Di dîroka me ya bi hezar salan de, miletê kurd tu carî zilm û zordariya diktator, nîjadperest û dagîrkeran qebûl nekiriye û hertim ji bo azadiya xwe û ji bo cîbicîkirina dadmendiyê têkoşîn daye.

Di vê sedsala dawîn de, li pir deverên Kurdistanê, kurd bi komî hatine qetilkirin. Bi sedhezaran kurdên ji ol û mezhebên cuda, ji zaravayên cuda tenha ji bo ku kurd bûn, bûne qurbanên komkujiyê.

Li Dêrsimê bi dehhezaran kurdên zaza bi gazên kîmyewî hatin qetilkirine. Li Koçgîrî, li Diyarbekirê, li Geliyê Zîla û li gelek deverên din bi sedhezaran kurd hatine qetilkirin.

Kuştina kurdên êzdî û koçeberkirina wan ji Kurdistanê bo Qafqasya tirajediyeke miletê kurd e. Di vê dema me de jî, li sê beşên Kurdistanê kurd bi destê dagîrkeran têne şehîdkirin.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Qamîşlo, li Dêrik û Serêkaniyê û li deverên din bi xwîna şehîdan ber bi serkeftin ve diçe.
Bakurê Kurdistanê ku xwediyê pirtirîn hejmara kurd û mezintirîn xaka kurd e, di riya azadiyê de pirr şehîd dane û dide.

Li Rojhilata Kurdistanê xwegorî û şehîdên azadiya miletê kurd roj bi roj zêdetir dibin. Şehîdên Çarçira di dilê miletê kurd de dijîn.

Dagîrker û rejîmên dîktetor jî baş dizanin ku zulm û hovîtiya wan neteweyê kurd netirsandiye û miletê kurd dest ji doza pîroz bernedaye û bernade. Digel hemû kuştin, zîndankirin û komkujiyên hovane, li hersê beşên Kurdistanê têkoşîna bidestzistina mafê çarenûsa miletê kurd ber bi azadiyê ve diçe û azadiya netewî ne dûr e.
Neteweyê kurd zindî ye û zindî dimîne!

Nirxê xwîna şehîdên kurdên feyîlî û xwîna hemû şehîdên zadiya miletê kurd bingeha damezirandina dewletek netewî.

Careke din, bila giyanê û hemû şehîdên azadiya kurd û Kurdistanê şad, cîhê wan behişt be.

Bijî yekîtiya neteweyê kurd!
Bijî kurd û Kurdistan!

07/04.2013
Komîteya Hevkarî Ya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî Li Swêdê

 

 

Back to top button