Bîranîna Komkujiya Halebçe
Di 16’ê Adara 1988 an da balafirên artêşa îraqê bombayên kîmyawî li Kurdistanê li bajarê Halebçe barandin. Li bajarê Halebçe bi bomba barankirina dîktatorê Saddam Hiseyin di nava çend seetan da 5000 hazar kurd jîyana xwe ji dest dan. Bi 10 hazaran kurd seqat man, travamaya komkûjîya halebçe hêj berdevama.
Di komkûjîya bomba barankîrîna kimyawi da li Halebçê kurd zarok bûn, kurd civan bûn, kurd xîtyar bûn, jin bûn, mêr bûn, zarok di pêçeka dayîkan da bûn, kurd mazlum bûn, li ser axa xwe bûn,di bin dagirkirina rejima baas û dîktatorîya Saddam Hiseyn da bûn. Ne alîyê paykirina şerê cîhanê bûn. Halebçê ne Hîroşîma û Nagazakî bû, Hîroşîma û Nagazakî dî nêva payîkirina şerê cîhanê de bû.Lê kurd mazlum bûn, doza payîkirina şerê cîhanê ne kiri bûn,ne alîyê’kî payîkirina şerê cîhanê bûn.Raya giştî li komkujîya Halebçê bêhest ma, raya giştî, yên kîmyasal dana dîktetorê nîjadperest Saddam Hiseyn û şirîkê wi de, di komkûjîya Halebçê da bêhest man. Dîktator Saddam li darî çawê raya giştî bi sed hazaran kurd li başûrê Kurdistanê qatil kirin, ê raya giştî bêhest ma.
Ev bêhest bûn dî dîroka insanîyetê de ru raşîyeke insanîyetê ye Di nêva raya giştî de hinek devletan bi firotinên çek û derfetên xwa rejim û dîktetor ava kirin li ser hikûm hiştin, rejîmê nîjadperstîyê ava kirin. Demê derfetê van û berjevendîyê devletên van kêm dibin, dikevin lêkolînên bi navê mafê insanîyetê.
Hinek ji van devletê di nêva raya giştî de başa bi sed hazarên li başûrê Kurdistanê kurd, hatin katil kirin ve ne di dîtin,di sala 1984′ da 8000 hazar barzanî zarok û xityar,keç û kûr demê diktator Saddam Hîseyn û generalên rejîma baas ê van birin jînde kirin kortê xîz ê de li Kerbala yê ve ne di dîtin, bi hazaran zarokên kurdan li başûrê kurdistanê rejîma baas û diktator Saddam Hiseyn van birin hêjî dayîk û bavê va nizanin saxin ya mîrîne ve ew qêrîna dayîk û bavê van va his ne dikir.Ve ne bihîst li Halebçê Saddam bi kîmyasalê kurda bomba baran dikê komkûjîya piştî şerê cîhanê yê dûyem de bi kîmyasalê komkûjîya herî mezin li Halebçê dibê, piştî çend rojan da raya giştî agahdar dibê.
Em gerek ji bîr nekin di nêva raya giştî de devletên kîmyasal jî bo komkûjîya li Halebçê dana Saddam ev jî vekî Saddam û rejîma baas qatilin û dîroka van bi kirêje ev jî vekî saddam lanet barin. Em lanetê li saddam û rejima vi ya baas û yên kîmyasal danê tinin.
Di 16` Adara 1988 `da li Kurdistanê li bajarê Halebçê bomba barankirina kîmyasalê roja rû raşîya insanîyetê di dîrokê da bû
Em vê roja 16 Adara 1988 da komkûjîya lî Halebçê bi bomba barankirina kimyasalê hatin şehîd kirin re rêz digrin û em bejne xwe li ber şehadata van di tavînîn.
Em komkûjîya bi kîmyasalê û qêrîna dayîk û bavan li Halebçê ya 16 adara 1988 ji bîr nakin.
Em di sala 1984 enfalên 8000 hezar barzanîya ji bîr nakin.
Di başûrê Kurdistan da di têkoşîna kurd û Kurdistan da şehadete 180.000 kurd em ji bîr nakin.
Em komkûjîya Dersimê, Sason,Koç Girî,Gelîyê Zîlan,ji bîr nakin.
Em ya Kamişlo ji bîr nakin.
Em Serokê nemir,mamosta,rêber û qahramanê nemir mele Mistafa Barzanî û felsefe vîya şoreşê ji bîr nakin.
Em şahadete Serok û rêberê xwe yên nemir ji bîr nakin.
Ahmet ACAR
NûneEVDEM
TEVGERE KURDEN DEMQRAT
16/03/2011
Bakurê Kurdistan