Bîranîna hunêrmenda kurd a mezin Meryem Xan
Meryem Xan (1904) ji binyad ve ji malbateke filleh bû, lê gava sultanê tirk fermana fillehan da û pêk hanî, ew ji hêla binemaleke kurd ve hat parastin, 1915. Meryem Xan li Kurdistanê mezin bû û bû yek ji stêrên herî geş a awaz û muzîka kurdî. Ew di gel hostayên mezin ên wek Mihemed Arifê Cizrawî û gelek hostayên din stra.
Strana wê ya li vê qewana antîke ya rind, nana în û tuwaneya bilind a Meryem Xanê ye, ku ew yek ji mezintirîn dengbêjên kurdan e. Meryem Xan yekemîn hunermernda kurdan e, ku dengê wê bi tomarkirina qewanê hatiye parastin..
Ev qewana ciwan a mêjûyî ya dengbêja kurd a bi awaz û stranên kurdî ya bi nav û deng, ku bi amûrên keman û ûd, ku di gel Koma Takht hatiye amadekirin û strana wê ya herî naskirî Domam têde ye, li van rojên ûyî hat dîtin.
Meryem Xan, sala 1949ê li Bexdayê di nav feqîrî û rebeniyeke mazin de koça dawîn kir û li pey xwe ji me re gencîneyeke bêhempa ya awaz û muzîka kurdî hişt.
Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî, ji muzîkhezên kurd re derfetek ji bo guhdarkirina naveroka vê qewanê pêk dike. Ev qewan wê li ser gramafonek ji sala 1930yî her wek di zamannên berê bihêt guhdarkirin Bi Xêr Werin!
Sazendeya Pirtûkxane & Muzexaneya Kurdî
ABF-Sveav¤gen 41-Stockholm
Beskowsalen
Shembî 12 Chriya Duwem 2011
Dem 10:00 – 16:00