Polîtîk

Tugluk Ocalan ji Îmralî derkeve pirs çareser dibe

Parlementer û hevseroka KCD Aysel Tugluk di derbarê rojeva siyasî û rewşa PKK-ê de di rojnama Radikalê de nivîsek nivîsand. Tugluk di vê nivîsa xwe de du xala wek bingehê çareseriya ji bo sekinandina şer dide nîşandan.

Aysel Tugluk ji bo aşitiyê du pêşniyara dike.

Yekem: Tugluk dibêje, bila Abdulah Ocalan ji Îmralî derêxin û di malekî de girtî be. Li himber vê wê PKK hêzên xwe yên çekdar hemiyê derêxe ji derê sinorê Tirkiye.

Duyem: Tugluk dibêje, ji bo çareseriyek desturî û aşitiya civakî bila afuyek giştî derkeve û li himber vê jî PKK ji dev çekan berdê.

Herweha Tugluk dide xuyakirin ku, tenê bandora Ocalan li ser hêza çekdar ya PKK-ê heye.

Back to top button