Polîtîk

Hikûmeta Îraqê alayê Kurdistanê qebûl nake

Li gor çavkaniyên rojnameye Hawelatî, hikûmeta Îraqê waliyê Diyalayê agadar kiriye ku hemû alayên Kurdistanê li ser îdare, sazî û avahiyên hikûmî bînin xwarê, ”ji ber ku bajarê Xaneqînê nakeve nav sînorên herêma Kurdistanê.”

Hikûmeta Îraqê di nameya xwe de ya ku bo waliyê Diyalayê şandiye dibêje:
– Hikûmeta Îraqê di wê baweriyê de ye ji ber ku Xaneqîn nakeve nav herêma Kurdistanê, pêwîst nake alayê Kurdistanê li ser sazî û avahiyên hikûmî bê bilind kirin.

Ji aliyê xwe ve Semîr Nurî serokê civata şarredariya Xaneqîn li ser biryara hikûmeta îraqê got:
– Em bi tu awayî alayê kurdistanê ji aer sazî û avahiyên hikûmî li Xaneqînê naînin xwarê. Eger nameya hikûmeta Îraqê jî bo me bê em naveroka nameyê cîbicî nakin û em pêgîriyê bi namên bi wî awayî nakin û dê her alaya Kurdistanê li ser avahiyên hikmî bilin be.

Weke tê zanîn deme di meha borî de Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê serdana bajarê Xaneqînî kirê, hingê jî tevî Nurî Malikî, gelek ji desthilatdarên îraqî li dijî serdana serokê Kurdistanê bo Xaneqînê daxuyanî dan. 

Back to top button