Nivîsar

Birako, Birakem ma tu dizanî Mistefa Selîmî çi bû?

Birako tu dizanî hestên mirovek ku li bin destê dijmin de mabe û 17 sal li bendîxane û girtîgehê de mabê çi jiyaye?

Tu dizanî 17 sal li bendîxaneyê de mirov çawa dijî û hêvî û daxwazên wî çine?

Tu dizanî eger rojek ji rojan derfetek hate pêş û piştî 17 salan tu bikaribî ji bendîxaneyê birevî û azad bibî çi hesteke?

Tu dizanî eger rojek ji rojan ji wê bendîxaneya 17 salî derkevî azad bibî, dîsa asîmana şîn bibînî, nefes û henaseya hewaya paqija derveyê zîndanê hilmijî û bikêşî çi hesteke?

Tu dizanî piştî ku tu ji zîndana 17 salî ya bajarê Seqizê birevî û bi çendîn kîlometreyan ber bi sînoreke din ve birevî û xwe bigihînî Kurdistana azad çi hesteke?

Tu dizanî dema revînê de û di dema wê azadiya revînê de, ew dol û çiya û gir û newalên Kurdistanê û keskatî û bihara Kurdistana azad çendî xweşike?

Tu dizanî azadiya mirovek ku ji bendîxaneyê reviya be, ji nanê hişk û ava şêluya zozanan û ji hemû xorekeke din jî xweşiktire?

Tu dizanî piştî bendîxaneyê tu birayê xwe yê li Başûr bibînî û pişta xwe bi wî germ bikî çi hesteke?

Tu dizanî eger ew birayê te yê başûrî ku te pişta xwe bi baweriya wî germ dikir û ew te dîsa radestî dijmin bike çi hesteke?

Tu dizanî eger baweriya te şikest û hîç hêviyeke te yê dinê jiyanê nema çi hesteke?

Tu dizanî piştî ewqas hestan eger milyon car jî dewleta dijmin te darvebikin, her nagihe wê baweriya ku te wenda kirî?

Eveye Mistefa Selîmî ew kese ku ew bawerî bi xwe ye.

Botan Kurdistanî

Back to top button