Biqanûnîkirina marşa neteweyî Ey Reqîb, îslamî li dij in!
Grupek ji parlamenterên parlamentoya Kurdistanê ser bi firaksiyona Kurdistanî ve pirojeyasayek, ji bona biqanûnîkirina siruda niştimanî Ey Reqûb, pêşkeî serokatiya parlamentoya Kurdistanê kiriye.
LI dor vê yekê parlamantera ser bi kutleya Kurdistanî Rojan Ebdulqadir ji Walapress re got:
– Bi armanca biqanûnîkirina siruda niştimanî Ey Reqîb ku çarçoveyekî qanûnî werbigire û bi awayekî fermî bibe siruda niştimaniya herêma Kurdistanê, grupeke parlamenterên ser bi firaksiyona Kurdistanî pirojeqanûnek pêşkeşî serokatiya parlamentoya Kurdistanê kiriye.
Ebdulqadir got ku siruda Ey Reqîb weke siruda niştimanî li nav miletî tê nas kirin, lê pêwîste çarçoveyekî qanûnî werbigire û melodiyeke minasib jê re bê danan.
Weke tê zanîn di dewreya berî vê jî de, pirojeyekê bi vî awayê ji serokatiya parlamentoya Kurdistanê re hat bû pêşkeş kirin, lê aliyên îsalmî dijî Ey Reqîb rawesatan û pirojeyî sernegirt. Heta roja îro jî , ji ber hevoka (Dîniman, ayîman her niştiman) aliyên îslamî dijî vê marşa netewî ne
Helbesta Ey Reqîb ji aliyê helbestvan Dildar ku navê wî yê rastî Yunis Reuf e (1918-1948) di sala 1946 de nivîsandinîye. Ey Reqîb bi soranî ye, lê piştre bo kurmancî jî hat wergerandinr.
Ev helbest yekemîn car di sala 1946ê de Komara Kurdistan li Mahabadê weke sirûda netweî (marşa) bikaranî, û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê qebûl kirin.