Polîtîk

Bilek: Bandora Îranê li ser Qendîlê zêde bûye

Nivîskar û Siyasetmedarê Kurd Dara Bilek da zanîn ku piştî wan guhertinên li nav rêvebiriya KCK bandora Îranê li ser Qendîlê zêde bûye û ev yek bi awayeke zelal li daxuyanî û peyamên wan de tê dîtin. Bilek got: Di cûdabûn û guhertina daxuyaniyan de bandora Îranê gelek zêdeye, siyaseta Îranê ya Herêmê nêrîna Qendîlê de tê dîtin, lê belê di dawiyê de gotinên Ocelan ji daxuyaniyên Qendilê zêdetir li pêş dikevin  

Bilek ku beşdarî semînereke bi navê Pêvajoya Siyasî û Kurd ya ku ji aliyê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê kir, rewşa Kurdên Rojava û Suriyê, pêvajoya çareseriya aştî û paketa demokrasiyê nirxand. Bilek da zanîn ku nirxandina bûyerên Rojava divê li pencereya Kurdan ve bê temaşekirin, li Rojava partiyek bi serê xwe û tekane dixwaze birêve bibe, her wiha vê partiyê jî peywendiya wî bi rejîma Bees ve heye û eve jî paşaroja Rojava têxe nava gumanan.

Back to top button