Bexda Kerkûkiyan ji damezrandinê bêbeş dike

Hikûmeta Federalî ya Iraqê li beşa damezrandina Kerkûkê da wekhevî û mafên wan li berçav nagre, endamekî lîjneya damezrandinê ya li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li wê baweriyê de ye Hikûmeta Bexda bê aliyê naparêzê û mafê gencên Kerkûkê binpê dike.

Wekî herdem îsal jî Hikûmeta Federalî ji beşa damezrandina parêzgeha Kerkûkê de mafên derçûyên zanîngeh û peymangehan piştguh xistiye, pileya damezrandina Kerkûkê bi kesên derveyê Kerkûkê bexşiye, eve jî bûye sedema nerazîbûna lîjneya damezrandin ya li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê.

Nesrîn Abdulwahab Endama lîjneya damezrandina Encûmena Parêzgehê dibêje: “Hemû salek lîjneya me hinek pileyên pêwîst yê ji bo damezrandinê bi lîsteyek ku navê derçuyên hêja têdaye dişîne Bexda, lê belê hejmarek ji wan navan bi rizamendiyê ve vedigerê ku zêdetirê wan kesên niştecihê bajarên navîn û başûrê Iraqê ne, bi vî awayî jî derçûyên zanîngeh û peymangehên Kerkûkê ji mafê xwe yên rewa têne bêbeş kirin.”

Nerîna min :