Bila serê gelê kurd saxbe

Hûnêrmendê kurdê navû deng Seid Gabarî li Hewlêr a paytextê Kurdistan encama nexweşiyek giran di nexweşxaneya Serdem de koça dawî kir.

Gabarî hûnermendek bû ku, li  çiyayên Kurdistanê dema pêşmergeyên qehreman ji bo azadiya Kurdistanê şer dikiran li tenişta wan bû, Gabarî hûnermendek pêşmerge bû. Bi hûnêrê xwe, deng û hesten xwe yên netewî li çiyayên Kurdistanê diqêriya.

Gabarî Kurdistana azad dît û hûnêrê xwe her li Kurdistanek azad de jî berdewam kir. Çavên Gabarî ne didît. Lê her kesê ew nasdikira dizaniya ku dinya dilê wî gelek berfireh bû. Gabarî heta xala jiyana xwe ya dawî bi starn û hûnêrê xwe li ser xeta netewî bû, hûnermendek û tekoşerek yê rêbaza Barzanî bû. Gabarî tu cara fetil li xwe nedan û her li ser xeta netewî berdewam bû.

Em wek karmendên Rojevakurd bi koça dawî ya vî hûnermendê qedir bilind û xwediyê dilek fireh gelek xemgîn bûn. Bila hezar car rehmeta xwedê li giyanê wî be. Cihê Gabarî biheştbe. 

Bila sere malbat, dost û hevalên wî û yê gelê kurd saxbe.

Dê Gabarî her tim bi deng û xebata hûnermendî ya şoreşgerî li bîra me be…..

Karmendên Rojevakurd

Nerîna min :