Bila sala nû bibe bersiva hêviyên kurdan

Rojevakurd sala nû ya gelê Kurdistanê pîroz dike
Sala nû ya 2013ê li gelê Kurdistanê pîroz be. Her sala nû hêviyek nû li gel xwe tîne. Hêviya herî mezin ya gelê kurd ewe ku bi tevahiya Kurdistanê de mafên xwe yên rewa destbêxin.
Îro li Rojavayê Kurdistanê rewşa jiyanê gelekî dijware. Bi hezaran kurda welatê xwe terikandin, nexweşî û birçîbûn heye.
Lê ya ji hemiyê girîngtir bi heviyek mezin dijîn. Hêviya ewe ku di sala nû de Kurdistana Rojhilat jî li tenişta Kurdistana Başûr bibe xakek azad di bin desthilatdariya Kurdian de.
Pêşmergeyên qehreman cardin rola xwe ya dîrokî leyiztin û Kurdistan û gelê Kurdistana Başûr li himber êrîş û gefên Nurî Malikî parastin.
Li deverên Kurdistanên yê derveyê herêma Kurdistanê bûn hêviya kurdan û ew ji zil û zordariya Malikî parastin.
Bi awayek din bi de Fakto madda 140 bi cih kirin.
Pêşketinên Kurdistana Başûr û Rojava bandora xwe li tevgera kurd li beşên din jî dike.Hêviya me ya herî mezin ewe ku kurd di welatê xwe de li hemî beşî bi azadî û bi keramet bijîn.
Bila sala nû li hemû kesekî pîrozbe û sala 2013ê bbe sala destketfiyên kurdan .
Bi van hestên netewî karmendên Rojevakurd sala nû li hemû Kurdistaniyan pîroz dike.