Polîtîk

Bila navçeyên me vegerin ser Herêma Kurdistanê

Endamê Serkirdatiya PDKê û Berpirsê Şaxa 20 ya PDKê li Şêxan Mehmûd Êzdî dibêje, Êzdiyan gelek qurbanî dane û êdî dixwazin ew û navçeyên wan bi yekcarî vegerin ser Herêma Kurdistanê.Mehmûd Êzdî ji malpera KDP.info re ragihand: “Êzdî li hêviya referandumê ne, da ku biryarê bidin li ser vegerandina Şingal û navçeyên din ên Êzdiyan bo ser Herêma Kurdistanê. Êzdiyan gelek karesat dîtine û gelek qurbanî dane û tekane çareserî jî ew e ku navçeyên wan vegerin ser Herêma Kurdistanê.”Êzdî wiha got: “Hinek alî dixwazin dîsa navçeyên me vegerînin bin destê Iraqê û navên cuda li navçeyên me dikin, ku ti xêrek ji Kurdên Êzdî re di vê yekê de tune ye, ji ber ku her ji roja yekê de ji karesata Şingalê û heta niha Hikûmeta Iraqê tiştek ji Êzdiyan re nekiriye û ti alîkarî nedaye wan.”Mehmûd Êzdî wiha domand: “PKK dixwaze destê xwe deyne ser Şingalê û xelkê Şingalê dixapîne, lê ji Êzdiyan re eşkere bûye ku PKK çi siyasetekê birêve dibe û her rojê û bi awayekî ligel kar dike. Herwiha em dikarin bêjin tenê Hikûmeta Kurdistanê alîkariya Êzdiyan kir.” 

Back to top button