CivakNivîsar

Bijî Kurdistan Bijî Pêşmerge

Termê şehid li Bakurê Kurdistanê spartin axêDr.Seid Çurukkaya di şerê dijê DAÎŞê dema parastina xaka Kurdistanê dikra şehid bû. Di şerê parastina axa Kurdistanê de bi hezaran pêşmerge şehîd ketine. Başûr Bakur, Rojava û Rojhilat.. Ji hemû deverên Kurdistanê ji bo parastina xaka pêroz a Kurdistanê şer kirin û şehid bûn.Dr.Seit Çurukkaya  li Kurdistana Başûr bi giranî birîndar bû. Veguhaztin Almanya û li Almanya şehid bû. Termê vî şehîdî anîn Kurdistana Başûr û  bi rewrismek leşkerî hate pêşwazîkirin.Herweha ji Hewlêrê rêya Xabur re derbasî Bakurê kurdistanê kirin û konvoyek bi alên Kurdistanê hati xemilandin berê xwe dan Bingolê gundê ku dr. Seid ji dayik bûyî.Ji PDK gelek kesan û hinek endamên serkirdeyatiyê û nûnerên pêşmergeyan li gel termê şehîd çûn Bakurê Kurdistanê.Rêxistin û partiyên Kurdistana Bakur li rewrisma weşartina şehîd de amade bûn. Rêxistina ji bo kombûna xelkê li gundê şehid daxûyani belav kirin.Berpirs û endamên Tevgera Ciwanên Kurdistanê, PAK, PDK-T, PSK, PDK-Bakur û hinek rêxistinên din û gelek kurdên welatparêz li gundê şehid amade bûn.14938288_1375396102505589_5998499049625505995_nVê carê  li Bingolê li gundê şehîd tiştên cuda hebûn. Pêşiya termê şehid nivêsa “ Şehîdê serxwebûnê“ hebû. Bê guman di pêvajoya tevgera siyasî li Bakur têre derbas dibe ev nivîsa li pêşiya cenazê şehid, bi awayeki wek mizginiya vejandinek ya hestên netewî li Bakur bû.Xelkê tevlî rewrismê bûyin tenê Ala Kurdistanê bilind kirîbûn. Heta niha jî gelek dever li Bakur xerîbê vê Alê ne. Ji bo vê jî devera ku Ala Kurdistanê li Bakur tê hildan dibe wek destkeftiyek û mewziyek siyasî.Xelk bi durişma “ Bijî Pêşmerge“ “ Bijî serxwebûn“ û “Bijî Kurdistan“ termê şehêd re dimeşîyan.Eve gavek bû, peyamek gelek bi wate ji bo Kurdistana Bakur bû.Dr. Seid şehîdê serxwebûnê di tekoşîna herpêşmergeyek di rêya serxwebûnê de şer dike, xebata her siyasetmedarek di rêya serxwebûnê de şer dike dê bijî.Bijî PêşmergeBijî KurdistanN.Firat

Back to top button