Polîtîk
Bihêzbûna terorîstên Da’îşê nirxandin
Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir
Roja çarşem 19.02.2020 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Faleh Feyaz Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê û şandekî li gel kir.
Li hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û pêşhatên dawî ya navçeyê û her wiha helwesta aliyan li ser hengavên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgo kirin.
Gefa terorê û egerên derketin wê û bihêzbûna terorîstên Da’îş mijareke dinê vê civînê bû.