Polîtîk

Serokê Kurdistanê: Metirsiya Daîşê dijî hemû mirovayetiyê ye

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê spasî palpiştiya Amerîka ya ji bo xelkê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir û tekez li wê yekê kir ku metirsiya Da’îşê dijî hemû mirovayetiyê ye û ji bo wê yekê bi pêwîst zanî civaka navdewletî bi ciddî temaşa serhildana wê metirsiyê bike.

Li civîna piştî nîvroya îro çarşem 19/02/2020 Serok Nêçîrvan Barzanî li gel birêz Ralph Abraham Endamê Kongresa Amerîka û şandekî li gel kir. Her wiha dûpat kir ku piştî sala 1991 Herêma Kurdistanê navçeyek bûye ku partiyên rikeber û niha jî koçber û penaber ji destê terorê rû lêkirine û wekî pêgehekî bihêz ji bo xelkên lêqewimî ve tê bikaranîn.

Li beşekî dinê civînê de her dû alî babetên bihana ve hatina koçber û penaberan li hemû pêkhatên neteweyî û olî bi bê cûdahî alîkarîkirina wan ya ji aliyê sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê ve, pêkvejiyana hemû pêkhatên Herêma Kurdistanê, serhildana metirsiyên Da’îş, berdewamiya piştgîrîkirina Pêşmerge, hevkarîkirina Herêma Kurdistanê ya li warên cûda cûda de û dostayetiya bi hêz ya xelkê Amerîka û Herêma Kurdistanê, xistin ber behs û guftûgoyan.

Nirxandina pêşhatên dawî yên navçeyê bi giştî û bi taybetî rewşa niha ya Iraqê û çend babetekî dinê peywendîdar bi navçeyê ve, mijarên dinên vê civînê bûn.

 

Back to top button