Polîtîk

Barzanî: Êrîşa terorîstên Daîş her berdewame

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo kesukarê şehîdên gundê Çexmaxe

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şeva derbasbûyî terorîstên Da’îş êrîşî gundê Çexmaxe ya ser bi bajaroka Dûbiz li parêzgeha Kerkûkê kirin û mixabin li encamê da çar hemwelatî şehîd û sê hemwelatiyên din jî birîndar bûn.

Serxweşiyê li malbat û kesukarên şehîdên wê rûdana terorîstî dikîn û xwe bi hevbeşê xema wan dizanîn û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazîn.

Ew rûdan û çendîn rûdanên wekî wê jî bi rûnî pîşan dide ku terorîstên Da’îş valahiya emnî û nearamiyê ji bo xwe rêkxistin û bihêzbûnê bikaraniye. Êrîşa terorîstan ya li ser asayîş û jiyana xelkê her maye û pêwîste bi girîngî bê wergirtin.

Her ji bo wê yekê jî divê hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê û hevpeymanan ya ji bo nehiştin û ji holê rakirina êrîşa terorê berdewam bê û bihêztir bê kirin û her wiha dawî bi vê rewşa nexwezayî ya emnî û serbazî jî bê ku li van navçeyan da kirine emrî waq’î.

Mesûd Barzanî
19.02.2020

 

Back to top button