Van rojan, di serbendên pîrozkirina cejna Newrozê da, di nava torên civakî da babetek kete berçavên min gelek bala min kişand û min xwest bi van çend rêzan dîtina xwe diyar bikem.
Di torên civakî da dihête minaqeşekirin ka gelo; Newroz heye û çi rastî ji bo Newrozê heye? Kaweyê Hêsinker kurd e yan ne kurd e? Gelo Newroz û Kaweyê Hêsinker ji hev cuda yan pêkvegirêdayî ne? Ma gelo Newroz raste yan efsaneye? Û gelek pirsên din.
Me kurdan problemek heye ku em hemû xwe bi dîrokzan, prefesor, civaknas, rojheltnas, siyasetmedar, edebzan …hitd dizanin. Lê gerên bila her kes karê xwe bike.
Bi dîtina min bi tenê dîrokzan û rojhelatnas dikarin bersiva pirsên li jor bidin. Gelo di nav me kurdan da me ew dîrokzan û rojhelatnas hene ku bikarbin bi awayekî serbixwe wê rastiyê diyar bikin û berisva pirsên me jor diyar kirine bidin. Yan jî em dê her vegerin ser çavkanî û jêderên biyanî û bêjin filan ereb yan farsî yan jî tirkî li ser Newrozê û Kaweyê Hêsinker husa gotiye û nivîsiye. Helbet dîrokzanê tirk, ereb û faris jî dê li gor berjewedinyên welatin xwe dîrokê diyar bikin û em kurd jî dê kevin pey wan û gotin û nivîsên wan dubare bikin û bikevine di nav şaşiyan da.
Her kesê/a tiştekî li ser Newroz û Kaweyê Hêsinker bêje divê hema husa jiber xwe nebêje, divê jêder, çavkanî, dekoment, belgename û faktan dane berçavan û divê gotinên xwe biselmîne. Çênabe her yek ji ber xwe li ser vê pirsa gring û diyar di dîroka gelê Kurdistanê da şirove bike û ji buha û qîmeta wê kêm bike. Ev yek jî awayekê xiyanetê ye li hember şêlûkirna dîroka Kurdistanê.
Eve bi hezaran salane, li gor salnama li berdest heye, eve 2719 sala Newroz û sersala kurdî heye û tê pîroz krin. Bi sedan şanogeriyên edîbên kurdan yên klasîk yan jî hevçerx li ser destana Kawayê Hêsinker û Zuhak hatîne nvîsîn, bi hezaran kesan navê Kawa û Newroz li xwe kirine, hema bêje hemû hunermendên kurd sitran bi Newrozê û Kawa gotine, çîrok û roman li ser Newrozê nvîsîne. Gelo ma sudê wê ji bo me kurdan çiye em vê dîrokê hemiyê berovajî bikin û ji holê rakin.
Newroz cejna kurda û hemû gelên arî ye, sersala kurdan e, berxwedane, xebat û tekoşîne û bila her wusa bimîne bi sedan helbest û pexşan, çîrok û sitran li ser Newrozê weke cejna berixwedanê, cejna serhildanê, cejna xebat û tekoşîna dijî dagîrkerên Kurdistanê hatîne nivîsîn û gotin.
Ma gelo faydeyê wê çiye niha em ji qîmeta wê kêm bikin. Dagîrkerên Kurdistanê bi hovane li dijî Newrozê derdiketin û heta niha jî li bakur, rojhelat û rojavayê Kurdistanê hikumetên dagîrker rê nadin Newroz bi azadî û serbestî bê pîroz kirin û ew gelek ji roja Newrozê ditrisn. Dijminan bi her awayî hewildaye navê Nerwozê biguherin bi cejna daykê yan cejna buharê yan jî …hitd. Vêça niha di nav me kurdan jî da peydabûne ji Newrozê ra dibêjn cejna buharê yan cejna civakê, çima cejna biharê bi tenê be, çima hindek jê ra bêjn cejna civakî. Ma faydeyê me kurdan di vê yekê da heye? Blia her bimîne cejna Kawayê Hêsinker û cejna serhildan, berixwedan û tekoşînê be, bi taybet di vê qonaxê da ku hêşta kurd di bin destê tirk, ereb û farsan dane.
Bila xelkê me serê xwe bi vê yekê neêşînine û wext û enerjiya xwe li ser vê pirsê ka gelo Kawe kurd bû yan ne, ka gelo Newroz cejna kurdane yan ne, serf nekin. Vê pirsê bi tenê ji bo dîrokzan û rojhelatnasan bihêlin.
Nasret Hacî