Biden xîtabî gel kir: “Ez nahêlim Hamas û Pûtîn biserkevin”
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden li Ofîsa Ovalê xîtabî gelê Amerîkayê kir û behsa şerê Hamas û Îsraîlê kir.
Biden, di navbera êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê de têkilîyeke rasterast danî û got: “Ez nahêlim Hamas û Pûtîn biserkevin”. Biden, ragihand ku ewê ji Kongreyê daxwaz bike hem ji bo Israîl û hem jî ji Ukraynayê re alîkarîyê bişîne.
Biden di axaftina xwe ya 15 deqîqeyan de got: “Hamas û Pûtîn tehdîdên cuda temsîl dikin, lê xwedîyê xalek hevpar in. Ew herdu jî dixwazin demokrasîya welatên cîran bi temamî têk bibin”.
Biden di peyama sersaxiyê de ji malbatên kesên ku hem li Xezzeyê û hem jî li Îsraîlê jiyana xwe ji dest dane carek din destnîşan kir ku Îsraîlîyan qetlîama nexweşxaneyê nekiriye.
Joe Biden wê ji bo piştgirîya şerê Îsraîl û Hamasê, wê doza budçeyek milyar dolar li Kongreya Amerîkayê bike. Tê gotin ku Biden ji bo alîkarîya şerê Îsraîlê wê 14 milyar dolar ji kongreyê bixwaze.


